09:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu bersiva ihtîmala girtina xwe da

    © AFP 2017/ Adem Altan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvîna xwe ya nûçegihanê Hurriyet Daily Newsê Barçin Yinanç de bersiva ihtîmala girtina xwe da.

    Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di bersiva xwe ya ihtîmala girtinê de got: "Ez naxwazim senaryoyeke ku serokê partiya muxalif a sereke were girtin bifikirim. Hefteya pêşiya me em ê hemû hurgiliyên mijara edaletê li Çenekkaleyê di ‘Kongreya Edaletê' de binirxînin."

    Kemal Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe d got: "Em dixwazin ji bo kesên ku pirsgirêkên wan ê edaletê hene û li çareseriyekê digerin platformeke edaletê ava bikin." Serokê CHPê ji bo ihtîmala girtina xwe got: "Ez ji her tiştî re amade me."

    Kiliçdaroglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hikûmet dibêje daraze serbixwe ye, le tiliya bi ser serokê partiya muxalif a sereke re dihejîne. Piştî derbeyê bi 5 rojan Rewşa Awarte hat ragihandin û em ji vê re dibêjin derbeya sivîl. Her derbe bi xwe re hiqûqa xwe jî ava dike. Berê jî min got, ez jî di nav de li Tirkiyeyê ewlehiya can û malê ti kesî tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Dixwazin Kiliçdaroglu bigirin
    ‘Dibe Kemal Kiliçdaroglu were girtin'
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Avê şêlo neke
    Kiliçdaroglu bersiva namzediya serokomariyê da: Ka em binêrin
    Kiliçdaroglu: Yên ji çanda demokrasiyê bêpar meşa min rexne kirin
    Etîketan:
    Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de