18:20 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Sûrên Amedê, danûstandin, sewzefiroşî

    Wezîrê Tirk: Li Diyarbekirê qet rastî terorê nehatim

    © AP Photo/ / Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 129 0 0

    Wezîrê Karûbarên Av û Daristanan yê Tirkiyê Veysel Eroglu, serdana Parêzgarê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu kir û bi Kurdî jê re got, ‘Xwedê ji te razî be!’.

    Eroglu di axaftina xwe ya li ser 5 projeyên nû yên ku bi 167 milyon lîreyê Tirkiyê têne avakirin de, bal kişand ser ku hikûmeta wan di nav 14 salan de bi 27 milyar lîreyan razemenî kiriye.

    'EM Ê HER CURE PIŞTGIRIYÊ BIDIN'

    Wezîrê Tirk di berdewamê de da xuyakirin, "Êdî em dawî li wê têgihîştin û bibîranîna bi terorê ya navê Diyarbekirê werînin. Dema hatim Diyarbekirê qet rastî terorê nehatim. Êdî kêşûhewayeke aramiyê heye. Em dixwazin çapemenî vê ragihîne. Bila êdî milet were vê derê. Em ê her cure piştgiriyê bidin wan."

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
    © REUTERS/ Yasin Bulbul/Presidential Palace
    'BEXTÊ DIYARBEKIRÊ VEKIRÎ YE'

    Eroglu bang li karsazan jî kir ku werin li Amedê kar bikin û got, "Bextê Diyarbekirê vekirî ye. Em nîşan bidin ku ev bajarê navenda ilmê û dîrokê ye. Ez vê yekê ji medyayê dixwazim."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê 2 DAIŞî hatin desteserkirin
    Operasyona Tilaferê bi beşdarîya Heşdî Şebî destpê kir
    Li Amedê kesekî bi çakuçan êrişî peykerê Ataturk kir
    Pêşmerge Çiyayê Hemrîn dorpêç kir û çeperan bi giranî bombebaran dike
    Serokê Encûmenê David Edick: Pêwistiya Amerîka bi welatekî wekî Kurdistanê heye
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de