00:50 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Peykerê Ataturk

    Li Amedê kesekî bi çakuçan êrişî peykerê Ataturk kir

    © Foto: Pixabay
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 8121

    Li Meydana Şêx Seîd a Amedê Îbrahîm Yeşîlê 30 salî bi çakuçan êrişî peykerê Ataturk kir. Polîsan mudaxeleya Yeşîl kir û ew girte bin çavan.

    Piştî ku Îbrahîm Yeşîl li Meydana Şêx Seîd a Amedê derkete ser abîdeyê û bi çakuçan li peykerê Ataturk xist polîsan mudaxele kir û ew girte bin çavan. Li gorî şahidên bûyerê mil û sînga peykerê Ataturk ji ber derbeyên çakuçan herifî.

    Yeşîl ji terefê polîsan ve hat binçavkirin û ji bo jêpirsînê ew birin Midûriyeta Ewlehî ya Amedê. Hat ragihandin ku eqlê êrişkar ne temam e.

    Bi heman mijarî:

    Akarê ku ji Ataturk re gotibû ‘b.jî di sala 1938an de cihimî' ev 8 rojin nehatiye girtin
    HDP: Bêrêzîya li Ataturk nayê qebûlkirin
    Hasan Akarê endamê cemaeta Nûrê ji bo Ataturk got: Ew p.çê ku sala 1938an geber bû
    Rojnameya Bild: Ataturk sax bûya, wê dengê ‘Na' bida referandumê
    Li Balafirgeha Ataturk ya Stenbolê heta 24ê şevê firîna balafiran hat sekinandin
    Li Tirkiyê alarma berfê: Balafirgeha Ataturk ji firînan re hat girtin
    Etîketan:
    Li Amedê êrişî peykerê Ataturk kirin, Îbrahîm Yeşîl, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de