09:20 22 Îlon 2017
Zindî
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    'Erdogan pîvan derbas kirin'

    © REUTERS/ Yasin Bulbul/Presidential Palace
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 16430

    Namzêdê serokwezîtiyê yê Partiya Demokrat a Civakî Martîn Schulz Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi tundî rexne kir û ragihand ku pîvanê derbas dike.

    Recep Tayyip Erdogan
    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duhî di axaftineke xwe de bangî tirkên ku li Almanyayê dijîn kiribû ku hilbijartinan boykot bikin.

    Namzêdê serokwezîtiya Almanyayê yê Partiya Demokrat a Civakî Martîn Schulz di hisabê xwe yê Tiwetterê de Erdogan bi tundî rexne kir û got: "Êdî Erdogan zêde pîvan derbas kir. Em ê zêdetir piştgiriyê bidin kesên ku li Tirkiyeyê şerê azadî û demokrasiyê dikin."

    Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan da û got: "Ev rasterast êrişeke li hemberî destjhilatiya welatê me ye. Erdogan bi helwesta xwe dixwaze însanên ku li Almanyayê dijîn berde hev. Lê em ê neyên vê lîstikê."

    Bi heman mijarî:

    'Erdogan bêbextiyan dike'
    Ji berdevkê Erdogan daxuyaniyeke girîng a referanduma Kurdistanê
    Erdogan bi Serfermandarê Îranê re hevdîtin pêk anî
    Hedefa Erdogan a pêşî eşkere bû
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Avê şêlo neke
    Etîketan:
    Namzêdê serokwezîtiya Almanyayê yê Partiya Demokrat a Civakî, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdoqan, Martîn Schulz, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de