19:28 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş

    HDP: Em gelên Kolombiyayê pîroz dikin!

    © AP Photo/ Petros Giannakouris
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6620

    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta çekdanîna Hêzên Şoreşgerên Çekdarên Kolombiyayê (FARC) û dawîanîna şer, nameyek ji Balyozê Kolombiyayê yê Tirkiyê Juan Alfredo Pinto Saavedra re şand.

    Di nameya ku bi navê Hevserokên HDPê Selahattîn Demirtaş û Serpîl Kemalbay hatiye nivîsandin de tê gotin, ‘Em hêvî dikin aştî li Tirkiyê jî bibe sedema best û cesaretê."

    Nameya Demirtaş û Kemalbay bi hevoka, ‘Em gelên Kolombiyayê pîroz dikin!' destpê dike û behesa prosesa çekdanîn û aştiya bi çavderiya Neteweyên Yekbûyî pêk hatiye tê kirin.

    'BI RIJDBÛNA ARMANCÊ AŞTÎ MIMKUN DIBE'

    Herwiha HDP pîroziyê li aliyan dike ku digel her cure astengiyên li pêşiya gotûbêjên aştiyê de jî xwedî helwesteke biryardarî bûne û tê gotin, "Aştî ked û cesaretê dixwaze. Ne tenê bi berdewamiya deshilata hikûmetan, ligel her tiştî bi rijdbûna ser armancê re aştî mimkun dibe."

    'EM HÊVÎ DIKIN BIBE SEDEMA CESARET Û BESTÊ'

    HDPê di nameyê de şerê bêhtirî 50 salan ê Kolombiyayê ku zêdetirî 260 hezar kesan tê de can daye bi bîr xist û ji bo dawîanîna şerê li Tirkiyê jî wiha got: "Em hêvî dikin di serî de ji bo Tirkiye û ji hemû erdnîgariyên bi şer û pevçûnan birîndar bûne re bibe sedema cesaret û bestê."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Serokatîya Herêma Kurdistanê: Gelê Kurdistanê hevxemê Barcelonayê ye
    Wezareta Pêşmerge: Mafê kesî nîne li ser biryara gelê Kurdistanê biaxive
    Amerîkayê li ser ketina NHByê daxuyanî da
    Xwestin êrîşî karkerên Kurd bikin, lê polîsan nehişt
    Êrîşa Barcelona: Hejmara kuştiyên êrîşa terorîstî gihîşt 14 kesan
    Rûsya wê helîkopterên Ka-32 îxracî Tirkiyeyê bike
    Şerê navbera YPGê û DAIŞê bi dijwarî didome: 21 kuştî
    Şaredara Baxlarê ku ji DBPê hatibû îxraçkirin: Ez bi nirxên partiya xwe ve girêdayî me
    Etîketan:
    Kolombiya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de