17:25 19 Mijdar 2017
Zindî
    Birsen Kaya Akat

    Şaredara Baxlarê ku ji DBPê hatibû îxraçkirin: Ez bi nirxên partiya xwe ve girêdayî me

    © Sputnik/ sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 655 0 0

    Hevşaredara DBPê ya Baxlarê Birsen Kaya Akat ku DBPê ew îxraç kir ragihand ku ew girêdayî nirx û prensibên partîya xwe ye. Akat got "Ez bawerdikim ku tu ked û nirx di partiyê de winda nabe."

    Polês - şaredarî
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Hevşaredara DBPyî ya navçeya navendî ya Baxlara Amedê Birsen Kaya Akat têkildarî ixraçkirina xwe de axivî. Akat diyarkir ku di pêvajoyek ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de pêşketinên girîng û pirsgirêkên lezgîn hene rojeva îxraçkirinê ne raste û tu fêde nade gel.

    Akat di axaftina xwe de got: "Bêguman divê nîqaşên demokratîk û li gorî prensîban were kirin û divê ev hebe. Ev ji bo pratîkek rast pêwiste. Ez bawerîya girêdayîya prensîb û nirxên partîya xwe diparêzim û di her şertan de ez ê girêdayîna xwe dombikim. Ez bawerdikim ku tu ked û nirx di partiyê de winda nabe. Bila ku em endamên dozek mafdarin. Bi bawerîya giredanîya pîroz ez gelê me silav dikim."

    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) demek berê di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku Birsen Kaya Akat ji DBPê hatîye îxraçkirin.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê DBPê hat desteserkirin
    Leşkerên tirk Hevserokê DBPê desteser kirin
    Di Kongreya Awarte de hevserokên nû yên DBPê hatin hilbijartin
    Li Amedê gelek endamên KCD û DBPê hatin binaçavkirin
    Hevseroka DBPê ya Rihayê hate girtin
    Li Stenbolê gelek rêveber û endamên HDP û DBPê hatin desteserkirin
    Etîketan:
    DBP, Şaredara Baxlarê, Birsen Kaya Akat, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de