12:26 20 Mijdar 2017
Zindî
    Polês - şaredarî

    Şaredara Licê hat girtin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 60 0 0

    Hevseroka Şaredariya Licê Rezan Zugurli ku di 10ê Sibatê de ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, li navçeya Yenişehira Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

    Hevseroka Şaredariya Licê Rezan Zugurli ku di 10ê Sibatê de ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, li Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û ji bo cezayê ku berê lê hatibû birîn şandin girtîgehê.

    Rezan Zugurli di 10ê Sibatê de ji wezîfeya şaredariyê hatibû dûrxistin û li şûna wê Qeymeqamê Licê wek qeyûm hatibû tayînkirin. Zugurli duhî li taxa Çamlicaya navçeya Yenişehirê dema bi dayîka xwe re dimeşiya ji aliyê polîsên Midûriyeta Ewlehî ya bajêr ve hat binçavkirin û ji ber cezayê ku berê lê hatibû birîn ew şandin girtîgehê.

    Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn a Amedê 4 sal û 2 meh cezayê hebsê bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê' li Rezan Zugurli birîbû.

    Bi heman mijarî:

    Qeyûmê Şaredariya Agiriyê 106 xebatkar ji kar derxistin
    Kovara şaredariya Stenbolê Erdogan xist hedefa xwe
    Şaredariya Amûdê hişyarî da dikandaran daku zimanê armeyên xwe serrast bikin
    Wezaretê qeyûm tayînî Şaredariya Atabagiyê kir
    Serokê Şaredariya Rotterdamê: "Destûra gule berdanê hatibû dayîn"
    Serokê Şaredariya Rotterdamê: "Derew li me kirin"
    Etîketan:
    Hevseroka Şaredariya Licê, Rezan Zugurli, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de