22:53 20 Îlon 2017
Zindî
    Heron

    Balafireke NHB a Amerîkayê li Edeneyê ket

    © AP Photo/ Eric Gay
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Hat ragihandin ku balafireke bêpîlot a Amerîkayê li nêzî gundê Çokçapinara girêdayî navçeya Ceyhana Edeneyê ket.

    Waliyê Edeneyê Mahmud Demirtaş di axaftina xwe de ragihand ku Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Amerîkayê li navçeya Ceyhanê ket.

    Mahmud Demirtaş di berdewamiya axaftina xwe de got: "Navgîneke Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Amerîkayê li gundê Çokçapinar a bi ser Ceyhanê ve ji ber sedemeke nediyar ket. Di bûyerê de ti kuştî an jî birîndar tunene. Derheqê bûyerê de lêpirsîn hat despêkirin."

    Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî ketina balafira bêpîlot agir girtiye herêmê û ji bo tefandina agir wesayîtên agirkuj sewkî cihê bûyerê kirine.

    Bi heman mijarî:

    Azerbeycanê balafireke (NHB) Ermenistanê avêt
    Çekdarên kurd du balafir (NHB) avêtin
    ‘Bi moşeka 3 milyon dolarî li NHB ya 200 dolarî dan'
    Îsraîlê li Xezzeyê NHB yekê aydî Hamasê xist
    Artêşa Sûriyeyê NHB yek DAIŞê li Dêra Zorê xist
    Etîketan:
    Navgîna Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Amerîkayê li navçeya Ceyhanê ket, Waliyê Edeneyê, Mahmud Demirtaş, Edene, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de