23:01 20 Îlon 2017
Zindî
    Gundê şapatanê îdiayên îşkenceyê

    ‘Îşkence li keça min a 6 salî kirin’

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 519 0 0

    HDPê li ser bûyera li gundê Şapatanê raporek amade kir û ragihand, nêzi 100 gundî rastî îşkenceyê hatine û bi zext û zorî tê xwestin ku gund were valakirin.

    Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Têkoşîna Dijî DAIŞê Brett McGurk
    © AFP 2017/ AHMAD ABDO
    Di raporê de gundiyek dibêje ku keça wî ya 6 salî jî rastî îşkenceyê hatîye. HDPê xwest ku Lijneya Mafên Mirovan ya Parlamantoyê biçe Şapatanê.

    Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî bûyera gundê Şapatanê yê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê de raporek amade kir.
    Rapora ku piştî lêkolîn û hevdîtinên bi gundiyên Şapatanê re hatiye amade kirin, bi daxuyanîyeke niviskî hat ragihandin.

    Di raporê de hate gotin ku bûyera ku li Şapatanê qewimî ye encama şer e. Di raporê de wiha tê gotin: "Hemû gundî rastî erîşê hatin û ji her temen û cinsî nêzi 100 gundiyên Şapatanê rastî heqkaret û îşkenyê hatine."

    ‘TÊ XWESTIN KU GUND WERE VALAKIRIN'

    Di raporê de hate ragihandin ku gundê Şapatan her dem dibin dorpêça leşkeran de ye û piştî her bûyerê leşker bi ser mala de digirin.
    Rapor wiha berdewam dike: "Leşker, ji bo gund were valakirin zext û zoriyê li ser gundîyan dikin. Destûrê nadin ku gundî herin ser zeviyên xwe û ajalên xwe bibin çolê. Gundî dibêjin ku her sal çiyayên gund ji aliyê leşkeran ve têne şewitandin û gund bi tevahî tê cezakirin. Gundî dibêjin ku ji ber encamên hilbijartinan gund her dem dibin zext û zorîya de ye."

    ‘NÊZÎ 100 GUNDÎ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIN'

    Di raporê de têkildarî bûyera Şapatanê ev agahî hatin dayîn:
    "Li gorî îfadeyên gundîyan leşker û tîmên taybet piştî avêtin ser malan 6 gundî bi îşkenceye derxistin derve. Her 6 gundî bi 3 seatan li ber mizgeftê li ser rû li erdê hiştine. Divê demê de leşkeran pêl pişta wan dikir û di ser wan re derbas dibûn. Derî û paceyên malan dihatin şikandin û wiha diketin hindirê malan. Li gorî lêkolîna şandeya me nêzî 100 gundî rastî îşkenceyê hatine û 36 kes bi birîndarî hatine binçavkirin. Li midurîyeta ewlehiyê jî îşkence bênavber dewam kiriye. 20 gundî bê îfade hatine berdan û yê din dibin çavan de mane. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê bijîşkê bi navê E.Ç. heqaret li gundîyan kirîye. Bijîşk ji gundiyan re gotîye "Hûn hemû terorist in" û ew derman nekirine. Herwiha li polisan gerîya ye û xwestîye ku gundî dîsa werin binçavkirin."

    ‘LI KEÇA MIN A 6 SALÎ ÎŞKENCE HAT KIRIN'

    Di raporê de îfadeyên gundîyan jî cî digire. Îfadeya gundiyê bi navê Necmettin Korkmaz wiha ye: "Leşker û tîmên taybet çawa ku ketin hindirê malê li min û hevsera min dan. Heqaretên giran dikirin. Keça min a 6 salî şîyar bû û digirî. Leşkeran li wê jî dan û îşkence kirin. Li ber mizgeftê jî em li ser rû avêtin erdê û pêl pişta me dikirin û di ser me re derbas dibûn. Li emniyetê jî bi demiran li me dan."

    ‘BILA LIJNEYA MAFÊ MIROVAN YA PARLAMANTOYÊ BIÇE ŞAPATANÊ'

    Di dawiya raporê de wiha hat gotin: "Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bi sedema ku gundiyên Şapatanê kurd in her dem di hedefa leşkeran de ne û rastî îşkencê tên. Daxuyaniyên walîtî û emniyetê ji rastiyê dûr in. Em dibêjin ku ‘şer dikuje, aşitî dide jiyandin'. Divê şer were rawestandin û pêvajoya aştiyê destpê bike. Sûcê ku li Şapatanê hatîye kirin divê bê ceza nemîne. Divê ji kesên berpirsîyar hisab were pirsîn. Divê Lijneya Mafê Mirovan ya Parlamantoyê bi hemû endamên xwe re biçe gundê Şapatanê û mijarê bibe parlamentoyê."

     

    Bi heman mijarî:

    McGurk li Reqayê bi YPGê re civîya
    Ramos, Messî dîn û har kir!
    Dadgeha Iraqê derbarê hildana Ala Kurdistanê de biryar da
    ‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'
    Artêşa Tirkiye û ASA herêma Şehba û Efrînê dide ber top û hawanan
    Etîketan:
    şemzînan, Şapatan, Rapor, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de