20:34 24 Îlon 2017
Zindî
    Erdhej

    Kandilli: Dema erdhejê Stenbolê gelekî nêzîk e

    © AFP 2017/ Sam Yeh
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Midûrê Enstîtuya Lekolînên Erdhej ê Resatxaneya Kandilliyê Prof. Dr. Haluk Ozener behsa erdheja ku wê li Stenbolê pêk were kir.

    Midûrê Enstîtuya Lekolînên Erdhej ê Resatxaneya Kandilliyê Prof. Dr. Haluk Ozener di salvegera 18emîn a erdheja 17ê Tebaxê de got: "Hemû mirovên zanist vê qebûl dikin ku li Marmarayê di demeke nêzîk de wê erdhejeke bi dijwariya 7 û zêdetir çêbibe. Em nikarin dîrokê bidin, lê dibe ev yek perçe an jî du perçeyî pêk were. Helbet ev jî rastiya erdheja Marmarayê naguherîne. Êdî em dizanin bê bi çi dijwariyê û li kur wê erdhej pêk were, lê em dîrokê nizanin."

    Haluk Ozgener di berdewamiya axaftina xwe de erdheja Bodrumê jî nirxand û got: "Ji 21ê Tîrmehê heta niha me 8 hezar erdhej tomar kirin. Li gorî pêşbîniyên me ev erdhej wê demeke din dewam bike."

    Bi heman mijarî:

    Li Bodrumê bi dijwariya 4.9ê erdhej
    Li bajarê Muglayê erdhej pêk hat
    Li Rûsyayê bi dijwariya 7.8ê erdhej
    Li 2 bajarên Kurdan erdhej çêbû
    Li Derya Egeyê erdhej çêbû
    Etîketan:
    Midûrê Enstîtuya Lekolînên Erdhej ê Resatxaneya Kandilliyê, Haluk Ozener, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de