08:29 26 Îlon 2017
Zindî
    Sînor

    Bulgaristan 600 leşkerî dişîne sînorê Tirkiyeyê

    © AFP 2017/ DIMITAR DILKOFF
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3510

    Wezîrê Parastin ê Bulgaristanê Krasimir Karakaçanov di axaftina xwe de ragihand ku ji bo pêşîgirtina koçberiya qaçax wê leşkeran bişîne sînorê Tirkiyeyê.

    Hikûmeta Bulgaristanê ji bo tekoşîna koçberiya qaçax tedwîrên ewlehî li sînorê xwe û Tirkiyeyê z3ede dike. Hikûmet li 5 herêmên sînor wê 600 leşkerî bi cih bike.

    Wezîrê Parastin û Cîgirê Serokwezîrê Bulgaristanê Krasimir Karakaçanov di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Die Weltê de got: "Ji bo parastina sînoran em ê hejmara leşkeran zêde bikin. Li 5 herêmên sînor 600 leşkerên ku bi taybetî hatine perwerdekirin dê werin bicih kirin. Herwiha em ê tevgera koçberên qaçax bi kamera û Navgînên Hewayî yê Bêmirov (NHB) jî bişopînin."

    Krasimir Karakaçanov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em çavê xwe ji koçberiya qaçax re nagirin. Piraniya koçberên ku bi qaçaxî diçin Ewropa koçberên ekonomîk in. Dixwazin li dewleteke dewlemend û di şertên xweştir de bijîn."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Bulgaristanê: Barzanî bi min re mijara serxwebûnê axivî
    Di hilbijartina Bulgaristanê de partiya GERB bi ser ket
    Di navbera çalakvanên deriyê Bulgaristanê girtine û polîsan de alozî derket
    Bulgaristanê balyozê xwe yê li Tirkiyeyê şûnde kişand
    Hikûmeta Bulgaristanê îstifa kir
    Etîketan:
    Bulgaristan leşkeran dişîne sînorê Tirkiyeyê, Wezîrê Parastin û Cîgirê Serokwezîrê Bulgaristanê, Krasimir Karakaçanov, Tirkiye, Bulgaristan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de