09:49 24 Îlon 2017
Zindî
    Hulusi Akar û Muhammed Baqirî

    ‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'

    © REUTERS/ Stringer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 7203

    Li gorî îdîaya rojnameya Cumhuriyetê, Sererkanê Giştî yê Îranê Muhammed Baqirî di serdana xwe ya Enqereyê de daxwaz ji rayedarên Tirkiyeyê kiriye ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin.

    Li gorî îdîaya rojnameya Cumhuriyetê, Sererkanê Giştî yê Îranê Muhammed Baqirî li Enqereyê ji hevdîtina xwe ya digel hemkarê xwe Hulusî Akar û Serokomar Recep Tayyip Erdogan de daxwaz kiriye ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin, lê rayedarên tirk gotine ‘rewş hestyar e.'

    Rojnameya Cumhuriyetê di berdewamiya nûçeya xwe de ragihand ku Herêma Kurdistanê biryar daye ku di 25ê Îlonê de referanduma serxwebûnê li dar bixe, li hemberî vê biryarê Baqirî jî ji rayedarên tirk daxwaz kiriye ku bi hev re li hemberî referandumê derkevin û nehêlin referandum were encamdan. Lê Enqere ev daxwaza Sererkanê Îranê ji ber ku rewş hestyar e qebûl nekiriye û li pêşberî raya giştî jî daxuyaniyên tund nedaye.

    Baqirî li Tirkiyeyê bi hemkarê xwe Hulusî Akar, Serokomar Receb Tayyip Erdogan, Wezîrê Parastinê Nuredîn Caniklî û Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan re hevdîtin pêk anîbû.

    Bi heman mijarî:

    Hiltermann: Tirkiye û Îran astengiya sereke li hemberî avabûna dewletekî kurdî ne
    Hacî Mehmûd: Piştî referandumê Tirkiye û Îran nikarin deriyê sînor bigirin
    ‘Rûsya, Îran û Tirkiye ji bo herêmên kêmkirina rageşîyê li Sûrîyê hemfikir in’
    'Wê Tirkiye, Îran û Iraq ji bo krîza Qeterê li Bexdayê bicivin'
    Bogdanov: Wê Rûsya, Tirkiye û Îran biryara kontrola herêmên ewle bidin
    Etîketan:
    Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê, Sererkanê Giştî yê Îranê, Muhammed Baqirî, Hulusî Akar, Îran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de