11:31 24 Îlon 2017
Zindî
    ASA- Raî

    Artêşa Tirkiye û ASA herêma Şehba û Efrînê dide ber top û hawanan

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 62 0 0

    Hat ragihandin ku artêşa Tirkiye û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) herêma Şehba û Efrîna Rojava dide ber top û hawanan.

    Li gorî nûçeya K24ê ku dispêrê medyaya nêzîkî YPGê ragihand ku şevê din artêşa Tirkiyeyê gundê Cilbirê, derdora kampa Rûbar, Qestel Cindo û kefir Xaşir yên ser bi Efrînê ve topbaran kirin. Herwiha artêşa Tirkiye û milîtanên ASAyê gundên Til Rifad, Şêx Îsa, Hisiyê, Til Medîq û Qolseroc yên li devera Şehbayê jî topbaran kirine.

    Di berdewamiya nûçeyê de hat ragihandin ku çekdarên YPGê li devera Şehbayê jî bersiva wan êrîşan dane û wesayiteke artêşa Tirkiyeyê li eniyê gundê Til Medîq rûxandine û 7 çekdarên ASAyê jî li eniya Til Malid û Hisiyê kuştine.

    Di dirêjiya nûçeyê de tê gotin ku çekdaran li Efrînê Navgîneke Hewayî ya Bêmirov (NHB) a Tirkiyeyê jî xistine.

    Bi heman mijarî:

    Serfermandarê Artêşa Rûsyayê diçe Tirkiyeyê
    Ji artêşa Tirkiyeyê bo sînorê Rojava sewkiyata leşkerî
    Îdîaya ku ‘artêşa Tirkiyeyê kete Kobaniyê'
    Balafirên artêşa Tirkiyeyê dîsa herêma Avaşîn û Zapê bombebaran kirin
    Di topbarana artêşa Tirkiyeyê ya ser Efrînê de 5 welatî hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
    ‘Artêşa Tirkiyeyê bi çar aliyan ve dikeve Efrînê'
    Etîketan:
    YPG, Artêşa Tirkiyeyê, ASA, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de