22:21 24 Îlon 2017
Zindî
    MHP Genel Başkanı Devlet Bahçeli

    MHPê piştî deh salan li bajarê kurdan ofîsa xwe vekir

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 8903

    MHPê piştî 10 salan li Colemêrgê rêxistina xwe ya partiyê saz kir û avahiya xwe vekir. Di vekirinê de Wekîlê Serokê Grûba MHP Erkan Akçay, endamên LRN û serokê Stenbol, Mûş, Şirnex, Sêrt û Wanê tevlî bûn.

    Recep Tayyip Erdogan
    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Wekîlê Serokê Grûba MHPê û Parlamenterê Manîsayê Erkan Akçay di axaftina xwe ya merasîma vekirina partiyê de got: "Divê Colemêrg û Şirnex wekî xwe bimînin, guherandina statuya wan bo navçetî hewleke şaş e. Ez bawerim wê Serokomar Recep Tayyip Erdogan li hemberî vê hesasiyetê bê deng nemîne."

    Akçay di berdewamiya axaftina xwe de got: "Min slav û hezkirinên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ji birayên xwe yên colemêrgî re anîn. Dil û eqlê wî li Colemêrgê bi we re lê dide. Çimkî Colemêrg welat e, Manîsa Colemêrg, Colemêrg jî Stenbol e. Hun dikarin vê hatina me vir wekî destpêkê bihesibînin. Êdî ji vir û pê ve dê MHP jî li parlamentoyê bi pirsgirêkên Colemêrgê re eleqedar bibe."

    Bi heman mijarî:

    AKP, HDP û MHP wê kongreyên xwe di heman demê de li dar bixin
    'MHP ji bo avakirina ‘Koalîsyona Hikûmeta Neteweyî' li benda Erdogan e'
    ‘MHP dê parçe bibe û wê tevlî AKP û BBPê bibe'
    MHP: Ger kurd bibêjin 'Erê' wê ev yek li ser me neyê tomarkirin
    MHP li Şemzînanê ofîs vekir
    Etîketan:
    Wekîlê Serokê Grûba MHPê ya parlamentoyê, Erkan Akçay, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de