09:39 24 Îlon 2017
Zindî
    Adil Öksüz

    ‘Adil Oksuz li Baregeha NATOyê nan xwar û amerîkiyan ew gihande Almanyayê'

    © Foto: Twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Rojnameya tirk a Yeni Şafakê, mijara îmamê FETO yê firar Adil Oksuz ku hatibû îdîakirin xurbetçiyên li Almanyayê ew dîtine anî rojevê.

    Recep Tayyip Erdogan
    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Li gorî nûçeya Yasemin Asana rojnameya Yeni Şafakê, Adil Oksuz li Tirkiyeyê bi destê sîxurên amerîkî li cihekî ewle hat veşartin û dema rewş musaid bû bi balafireke kargoyê birin Almanyayê. Li gorî texmînan, balafira Amerîkayê li Tirkiyeyê ji Baregeha NATOyê rabû û li bajarokê Wunstorfê ku 30 kîlometroyî dûrî Hannoverê ye daxistin. Li Wunsstorfê Baregehe NATOyê heye û gelek caran balafirên ku ji Tirkiyeyê radibin li wê baregehê datînin.

    Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin: "Xurbetçiyên tirk di 17 û 18ê Tîrmehê de Adil Oksuz seet derdora 20.00an li navenda Steintora Hannoverê li resduranda Karadenizê dîtin. Li gorî îfadeyan, Oksuz lîbasen reş ê fireh li xwe kiribûn, şepqe xistibû sere xwe û çenteyek di destê wî de bû. Li gorî hinek îfadeyên din Adil Oksuz li Komeleya Tomurcuk a aîdî FETO jî hat dîtin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Adil Oksuz li Almanyayê daxwaza penaberiyê kir'
    Wezîrê Dadê Bozdag: Dibe Adil Oksuz hatibe kuştin
    'Adil Oksuz li balyozxaneyekê xwe vedişêre'
    Bozdag: Adil Oksuz li Tirkiyeyê ji terefê hinek kesan ve tê veşartin
    Îdîaya ku ‘Adil Oksuz reviyaye Amerîkayê'
    Etîketan:
    FETO, NATO, Adil oksuz, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de