20:00 22 Îlon 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    'Erdogan bêbextiyan dike'

    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 19310

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya ji bo Erdogan ku gotibû ‘dibe ji nêzik de têkiliya wî camerî bi Kiliçdaroglu re derkeve' got: "Dixwazin min tasfiye bikin."

    Recep Tayyip Erdogan
    © AP Photo/ Burhan Özbilici
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan çend roj berê qesta Parlamenterê CHPê yê girtî Enis Berberoglu kiribû û gotibû ‘di demeke nêzîk de heke têkiliya wî camêrê hundirû bi Kiliçdaroglu re derkeve şaş nebin'.

    Kemal Kiliçdaroglu li Enqereyê di bersivdayîna rojnamevanan de got: "Ya rastî Erdogan bi vê axaftina xwe bêbextiyeke mezin kiriye. Dibêje ‘ez dîrektîfan didim dadger û dozgeran û ew jî li gorî van dîrektîfên min tişt;ên pêwist dikin'. Di hiqûqa cihanî de divê lêpirsîn bi dizî werin kirin, lê li cem wan ti öijareke dizî tuneye. Li gorî agahiyên ku distîne dixwaze muxalifan dizayn bike."

    ‘TI SÛC NÎNE'

    Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ma Tirkiye dewleteke îstîxbaratî ye? Ti çawa ji hundirû agahiyan werdigire? Enis dibêje ‘min zêdetirî bi 50 parlamenterên CHPê re xeberda, lê behsa tiştekî wiha nehatiye kirin. Li holê ti sûc tuneye ku ez her tiştî li xwe mikur werim.' Ev dixwazin min tesfiye bikin. Lê em ê baweriya xwe bi hiqûqê bînin, em dizanin li wî welatî dadger û dozgerên bi namus jî hene."

    Bi heman mijarî:

    Ji berdevkê Erdogan daxuyaniyeke girîng a referanduma Kurdistanê
    Erdogan bi Serfermandarê Îranê re hevdîtin pêk anî
    Hedefa Erdogan a pêşî eşkere bû
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Avê şêlo neke
    Reqîbê Erdogan yê pêşî diyar bû
    Erdogan: Hevalên me yên westiyan, ji rê derketin û rêya xwe şaş kirin çêbûn
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê CHPê, Enis Berberoglu, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de