02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Muhammed Bakirî

    Erdogan bi Serfermandarê Îranê re hevdîtin pêk anî

    © AFP 2017/ CHAVOSH HOMAVANDI
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Serfermandariya Artêşa Îranê Muhammed Baqirî re hevdîtin pêk anî.

    Serfermandarê Artêşa Îranê Muhammed Baqirî li ser vexwendina Serfermandarê Artêşa Tirkiyeyê Hulusi Akar çûbû Tirkiyeyê. Baqirî ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve hat qebûlkirin.

    Hevdîtina ku ji çapameniyê re girtî û li Qesra Serokomariyê pêk hat, nêzî 50 deqîqeyan dom kir.

    Herwiha piştî civînê di derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyanî nehat dayîn.

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihandibû ku Serokê Serfermandariya Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasîmov ji bo rewşa Îdlîbê tê Tirkiyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Serfermandarê Artêşa Iraqê yê berê: Pêdivî hebe, Pêşmerge dê hevahengiyê bi PKKê re bike
    Serfermandarê Tirk Akar li ser sînorê Sûriyeyê ye
    Serfermandarê Tirkiyê û fermandar li ser sînorê Sûriyê ne
    ‘Tirkiye tu caran ji bo Kurdistanê astengiyan dernaxe'
    Tirkiye: Em destûrê nadin ku li Rojava korîdorek bê avakirin
    Etîketan:
    hevdîtin, Recep Tayyip Erdogan, Muhammed Baqirî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de