09:47 20 Cotmeh 2017
Zindî
    HDP - Osman Baydemir

    Baydemir bangî Abdullah Gul kir: Dengê xwe bilind bike

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir bangî Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul ku di 16mîn salvegera avakirina AKPê de pêşniyara bila partî vegere armanca xwe yê berê kiribû, kir "Dengê xwe bilind bikin."

    Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDPê li Qada Gundogdu ya Izmîrê di roja 2mîn de didome. Berdevkê HDPê Osman Baydemir têkildarî rojevê daxuyanî da. Baydemir diyar kir ku AKP nirxên mirovahiyê dişewitîne û hildiweşîne û tiştên tên kirin wê dawiya AKPê bîne.

    BANG LI ALÎGIRÊN AKPÊê KIR

    Baydemir destnîşan kir ku AKPê bi darbeyê bêtir navê xwe qirêj kir û wiha domand: "AKP ji vê saetê şûn de serdestiya hiqûqê, edalet û demokrasiye wek talûkeyê dibine. Dev ji Rewşa Awarte berdin, erdnîgariya kurdan bi rêveberiya awarte tê birêve birin. Li Rojava jî muhalefete bêdeng dike. Bi rastî jî heke ku hûn ji vê saetê şûn ve naxwazin faşîzm serdest bibe divê ku hûn dengê xwe bilind bikin. Birêz Gul tespîta xwe ya ku bila AKP vegera armanca xwe ya berê. Tespîtek gelek rast e. Lê bi benda hêviyê mayîn xelet e. Lewre AKP xwe û welat çawa bi rê ve dibe li ber çavan e. Ji alîgirên AKPê bigire heta siyasetmedaran ji niha şûn ve bêdeng nemînin. Wê demek wisa bê ku hûnê dereng bimînin. Ji bo em zêde dereng nemînin di vê nobeta edaletê de ne."

    ‘ÇI FERQA HESKÎFÊ JI PALMÎRAYÊ HEYE?'

    Baydemir da zanîn ku Erdogan heta roja îro tenê tiştek rast gotiye û wiha pê de çû: "Li bajarê Rizeyê got Zozanên Ayderê hatiye qirêjkirin û rezîlkirin. Belê rast got. Çawa ku siyasetê qirêj kir Ayderê jî qirêj kir. Tenê ne Ayder, bi rojane li Dêrsimê şewat didome û daristan dişewitin. Hemû saziyên Elewiyan li wir in û mudaxeleyî şewatê dikin. Hezar silav ji wan re. Tenê hûn ne li dijî baweriya elewiyê neyartiyê dikin. Elbet wê hesab rojek vegere. Nirxa mirovahiya hevbeş Heskîf ji bendavê re tê qurbankirin. Heskîfê qurbanî bendava 60 salî dikin. Îro wa bi dînamîtan tê hilweşandin. Ez dipirsim; çi ferq di navbera dînamîtkirina Heskîfê û êrîşa DAIŞê ya li dijî Palmîrayê de heye. Hûn qirêjî bûn û we îflas kir. Ev nîşaneya vê yekê ye."

    'WÊ ÎŞKENCEKAR BÊN DARIZANDIN'

    Baydemîr bal kişand ser komkujiyê li ser gelê kurd û bajarên kurdan û got ku wê îşkencekarên li Şemzînanê rojek bên darizandin. Baydemir carek din li Îzmîrê bang li tevahiya Tirkiyê û Kurdistanê kir û xwest herkes bi hev re li dijî faşîzmê bisekine.

    Bi heman mijarî:

    Osman Baydemir: Em stûyê xwe xwar nakin
    Baydemir: Ey AKP, bi vegera politikayên şer we winda kir
    Baydemir: Welat vegûherandine girtîgehê û zilm tê kirin
    Baydemir bangî gelê Amedê kir: Çalekiya deng derxistinê li dar bixin
    Baydemir: Hûn bibin Hitler, em ê jî bibin Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Mazlum Dogan
    Etîketan:
    deng, kurd, bang, Abdullah Gul, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de