13:36 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Televîzyon

    Televîzyona tirk nehişt ku hemwelatiyek bi kurdî biaxive

    © AFP 2017/ PHILIPPE DESMAZES
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 68 0 0

    Di bernameya "Kaybolan Çiçekler" (Gulên wendabûyî) ya Fox TV a Tirkî de, hevwelatiyek gava bi kurdî derdê xwe anî ziman, televîzyonê dengê wî birî.

    Herweha pêşkeşvana bernameyê Inci Ertugrul daxwaz ji hevwelatiyê kurd kir ku, "bi tirkî biaxife, ku ji aliyê hemû kesan ve were fêmkirin."

    Liser van gotinên Ertugrul, beşdarên din ên bernameyê li çepikan xistin û hevwelatiyê bi nave Sidiq destpêkir bi tirkî biaxife. Inci Ertugrul kêfxweş bû û diyarkir: "Binere tu çi xweş bi tirkî diaxife".

    Ev yek li ser medya civakî, bi taybetî kurdan dilgiraniya xwe ji helwêsta Fox TV anîn ziman, ku nehiştin kurdek bi zimanê xwe bipeyive.

    ​Hûnermendê kurd Ferhat Tunc jî li ser twittirê vîdyoyê parve kir û diyar kir ku, "Kurdî zimanê zikmakî ya bi milyonan e. Hûn bi sansure nikarin zimanê kevnare tune bikin. Ev şerm bo we bes e!

    Bi heman mijarî:

    Strana ‘Olurum Tirkiye'm' ji komeke kurdî hatiye dizîn
    Walîyê Kerkûkê: Îhtîmala avakirina çend dewletên kurdî heye.
    Neteweyên Yekbûyî bi Kurdî bangewaziya komkujî nasîna karesata Şingalê kir
    Kurê Qazî Mihemed bangî hemû partiyên kurdî kir
    ‘Gefa herî mezin a li hember dewleta kurdî Îran e'
    Etîketan:
    destûr, axaftin, kurdî, Inci Ertugrul, Ferhat Tunç, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de