19:26 18 Cotmeh 2017
Zindî
    AKP - AKPê

    Serokê AKPê yê Agirî ji wezîfeya xwe îstîfa kir

    © AFP 2017/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 96 0 0

    Serokê AKPê yê Şaxa Agirî Kemal Atmaca li avahiya partiyê di daxuyaniya xwe ya rojnamevanî de ragihand ku ji wezîfeya xwe ya serokatiya bajêr îstîfa dike. Atmaca ev du sal bûn serokê AKPê yê Agiriyê bû.

    Recep Tayyip Erdogan
    © AP Photo/ Burhan Özbilici
    Kemal Atmaca di daxuyaniya xwe ya çapemenî de got: "Piştî ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan bû Serokê Giştî yê AKPê pêvajoyeke nû dest pê kir. Di pêvajoyê de gengaz e ku hinek guherîn werin kirin. Ji van guherînan yek jê jî Agirî ye."

    Atmaca di berdewamiya axaftina xwe de got: "Partiya me li seranserê Tirkiyeyê kete pêvajoya kongreyê. Di kongreyê de ez nabim namzed û ji bo hevalê ku were cihê min serkeftinê jê re dixwazim. Du sal berê li ser daxwaza Navenda Giştî ez bûm talibe vê wezîfeyê. Di vê pêvajoyê de me dest neda heramî, bêrêtî û diziye."

    Bi heman mijarî:

    Hedefa Erdogan a pêşî eşkere bû
    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Avê şêlo neke
    Reqîbê Erdogan yê pêşî diyar bû
    ‘Gelo Erdogan dizane ev talûke li pêşiya wî ye?'
    Erdogan: Hevalên me yên westiyan, ji rê derketin û rêya xwe şaş kirin çêbûn
    Etîketan:
    Serokê AKPê yê Agiriyê ji wezîfeya xwe îstîfa kir, Kemal Atmaca, Agirî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de