17:25 19 Mijdar 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Hedefa Erdogan a pêşî eşkere bû

    © AP Photo/ Burhan Özbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 51202

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku hedefa sereke Serokomar Erdogan a pêşî guherandina rêvebiriyên herêmî ne.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ku dispêrê berpirsekî AKPê behsa hedefa sereke ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û got: "Erdogan ji bo guherandina rêxistinan hewl dide, lê armanca wî ya sereke guherandina rêvebiriyên herêmî ne. Serokomar ji bo diyarkirina şaredarên bajaran hişyariyên girîng li rêvebirên partiyê kirine û gotiye ‘dema em namzedên bajaran diyar bikin divê şerê navxweyî were terikandin."

    ‘DÎROKA HILBIJARTINAN DIYAR BÛ'

    Abdulkadir Selvi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Erdogan gotiye ‘hilbijartinên herêmî wê bibe nîşaneya hilbijartina serokomariyê û divê em bi hurgilî bixebitin. Em ê ne li gorî xwe li gorî daxwaza gel namzedên xwe diyar bikin.' Erdogan ji bo guherîna rêxistinan doza axaftina xwe her diçe zêde dike."

    Ji aliyê din ve li gorî agahiyên Abdulkadir Selvi hilbijartina herêmî di 31ê Adara 2019 û hilbijartina giştî jî di 3ê Mijdara 2019an de wê encam bide.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Avê şêlo neke
    Reqîbê Erdogan yê pêşî diyar bû
    ‘Gelo Erdogan dizane ev talûke li pêşiya wî ye?'
    Erdogan: Hevalên me yên westiyan, ji rê derketin û rêya xwe şaş kirin çêbûn
    Baydemir: Bila Erdogan li aqûbeta Sedam binêre
    Etîketan:
    Dîroka hilbijartinan diyar bû, Recep Tayyip Erdoqan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de