13:34 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Bekir Bozdag

    Tirkiye: Referandûm xizmeta îstîqrara herêmê nake

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)
    0 5702

    Cîgirê Serokwezîrê û Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê, Bekir Bozdag ragihand ku biryara referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê xizmeta îstiqrara herêmê nake û xêrê ji herêmê re nayne.

    Bekir Bozdag îro li Enqerê di konfranseke rojnamevanî de li ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê axivî.

    Bozdag diyar kir ku beriya niha serokomar, serokwezîr û wezîrê derve yê Tirkiyeyê li ser referandûmê nêrînên xwe parve kirine û got: "Biryara referandûma Herêma Kurdistanê xizmeta îstîqrara herêmê nake û di heman demê de binpêkirina destûra Iraqê ye jî."

    ‘TIRKIYE GIRÎNGIYÊ DIDE YEKÎTIYA IRAQÊ'

    Bozdag wiha pê de çû: "Tirkiye giringiyê dide yekîtiya Iraqê û parastina îstiqrara herêmê, biryara ku Herêma Kurdistanê daye, dê herêmê ber bi nearamiyê ve bibe."

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê diyar kir ku, "Li herêmê hin komên din jî dijîn û gelek nakokî hene, di pêvajoyeke wisa de, pêngaveke bi vî rengî dê herêmê nearam bike û xêrê ji herêmê re neyne. Tirkiye ji nêzîk ve pêşhatan dişopîne, em hêvî dikin ku di vê pêvajoyê de cardin ev biryar li ber çavan re were derbaskirin."

    Bekir Bozdag got: "Li ber çav derbaskirina vê biryarê heta 25ê Îlonê di xêra her aliyekê de ye, berovajiyê vê yekê rê li ber neîstîqrariya li herêmê vedike."

    Mijar:
    Referandûma serxwebûna Kurdistanê (306)

    Bi heman mijarî:

    Rojnameya îsraîlî: Dewletên sunnî referandûma serxwebûnê nas dikin
    ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi kampanyayên rengîn tê pêşwazîkirin
    Li Ewropayê festîvaleke mezin a referandûma serxwebûnê tê lidarxistin
    Ciwanên kurd ji bo referandûma serxwebûnê dimeşin Hewlêrê
    Ji bo ‘referandûma serxwebûnê’ amadekariya dengdana elektronîk
    Etîketan:
    îstîqrar, herêm, referandûm, serxwebûn, Bekir Bozdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de