09:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    HDP - Osman Baydemir

    Baydemir: Dixwazin Kiliçdaroglu bigirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3030

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir di çalakiya nobetê ya li Izmirê axivî û got, "Em ê bi hev re faşîzmê bidin sekinandin."

    Osman Baydemir piştî Amed, Stenbol û Wanê li Izmirê di Nobeta Wijdan û Edaletê axivî û got: "Ji bo her kes cihê û wekhev be, me got wijdan û edalet. Em ê bi wijdan û edaletê deriyê vê zindanê vekin, em ê faşîzmê bidin sekinandin. Faşîzm tiştekî wisa ye ku ji ronahî û heqîqetê ditirse. Ji dengan jî ditirse!"

    ‘WÊ HEMÛ DADGER Û DOZGER BIBIN AKP Û MHPYÎ'

    Baydemir wiha pê de çû: "Ey AKP bi vê ferasetê welat nayê birêvebirin. Nêzî 5000 dadger û dozger ji kar hatin avêtin, wê hemû dadger û dozgeran bikin AKP û MHPyî. Mafê parastinê jî ji holê rakirin. Wê edalet rojekê ji we re jî lazim bibe. Wê rojê em ê ji bo we jî bibêjin edalet û wijdan. Em ê neşibin we!

    ‘DIVÊ EM AGIRÊ LI DERSIMÊ BITEFÎNIN'

    "Divê em şewitandina daristanên Dersim û Cûdiyê bidin sekinandin, heke em nesekinîn em nikarin şewatên li Artvin û Muglayê jî bidin sekinandin. Li hemberî faşîzmê divê em mil bidin hev. Hêza 80 milyonan wê faşîzmê têk bibe."

    ‘DIXWAZIN KILIÇDAROGLÛ BIGIRIN'

    "HDP tu carî xwe dûrî îradeya gel nasekine. Fermo va ye meydan. Mesele îradeya gel be va ya Demirtaş û Yuksekdag û şaredar di girtîgehan de ne. Di hedefa AKP-MHPê ne bi tenê HDP heye. Kesên ku qeyûm şandin ser şaredariyên Amedê, dixwazin qeyûm bişînin ser Izmirê jî. Yên ku Demirtaş girtin dixwazin Kiliçdaroglu jî bigirin. Dixwazin parlementerên CHPê jî bigirin. Ji ber vê divê em li ser fikra demokrasî û azadiyê werin gel hev û bi vî awayî em dikarin faşîzmê bidin sekinandin."

    Bi heman mijarî:

    Osman Baydemir: Em stûyê xwe xwar nakin
    Baydemir: Ey AKP, bi vegera politikayên şer we winda kir
    Baydemir: Welat vegûherandine girtîgehê û zilm tê kirin
    Baydemir: Min jî dixwest ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê erê bidim
    Etîketan:
    Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de