07:53 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Selaheddin Demîrtaş

    Polîsan, Demîrtaş wekî ‘Endamê rêxistinê' nîşan da!

    © REUTERS/ OSMAN ORSAL
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 16910

    Midurîyeta Ewlehiyê ya Hatayê di îfadegirtina mirovekî de hevserokê HDPê Selahattin Demîrtaş weke "Endamê rêxistinê" nîşan da. HDPê têkildarî mijarê de serî li dozgeriyê da û gilî kir.

    Midurîyeta Ewlehiyê ya Hatayê di îfadegirtina mirovekî de pirsa "We pesnê Selahattîn Demîrtaş yê ku endamê rêxistinê ye û ji ber vî sucî aniha di girtigehê de girtîye, daye…" cîh girt. Her wiha HDPê têkildarî mijarê de daxuyanî da û ragihand ku serî li Serdozgerîya Hatayê dane û gilî kirine.

    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Daraza Selahattîn Demîrtaş domdike û runiştina doza wî jî hêj çênebuye, lê ji aniha de weke sucdar û terorîst tê nîşandan. Cihê vê di hiquqê de tune ye. Heger çawa pesindayîna sîyasetmedarên weke serokkomar û serokê partiyên di ne suc e pesindayîna Demîrtaş jî ne suc e."

    Bi heman mijarî:

    Parêzeran ji bo serbestberdana Demîrtaş serî li dadgehê dan
    Demîrtaş: Dest danîn ser îdianameya min
    Daxwaza tehliyeya Demîrtaş hate redkirin
    Demîrtaş: Dixwazim ew dozger bên lêpirsîn
    Demîrtaş: Bêpersiyariya yasaçêkirinê bêpersiyariyeke teqeziye
    Etîketan:
    Hevserokê HDPê, Selahattin Demîrtaş, Hatay, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de