23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    polês-binçavkirin-desteserkirin

    Li Kayserî û Edeneyê operasyon: Bi îdîaya endamtiya PKKê 21 kes hatin binçavkirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3001

    Îro berê sibehê li bajarê Edeneyê bi îdîaya ku endamê PKK/KCKê 12 kes û li Kayseriyê jî 9 kes hatin binçavkirin.

    Li gorî zanyariyên berdest, îro berê sibehê tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijterorê ya Midûriyeta Ewlehî bi tevlîbûna wesayîtên zirxî bi ser 15 navnîşanan de girtin. Polîsan deriyê malan bi gurzan şikandin. Di operasyonê de 12 kesên ku bi îdîaya endamê PKK/KCKê hatin binçavkirin.

    Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tendirustî sewkî Midûriyeta Ewlehî ya bajêr kirin.

    Ji aliyê din ve li bajarê Kayseriyê jî bi tohmeta ku li ser medya civakî propagandeya rêxistinê kirine 9 kes ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Enqereyê operasyon: Hevserokên HDPê jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin
    Li Amedê operasyona rêxistina cihadîst: Bi 10an gumanbar hatin binçavkirin
    Li Stenbolê 33 kes hatin binçavkirin
    Cîgirê Serokwezîrê berê ji hilberandina tilyakê hat binçavkirin
    Li Sêrtê 39 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    21 kes bi îdîaya endamtiya PKKê hatin binçavkirin, PKK/KCK, Kayserî, Edene, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de