09:10 22 Îlon 2017
Zindî
    Abdullah Gul

    ‘Abdullah Gul dest bi hereketeke siyasî dike'

    © Sputnik/ Elif Sudagezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 272 0 0

    Nivîskarê rojnameya Yeni Şafakê Ali Bayramoglu di axaftina xwe de ragihand ku ev cara yekemîn e Abdullah Gul hevqas bi eşkere îşaretê dide, li gorî texmînên min amadehiya hereketeke siyasî dike.

    Nivîskarê rojnameya Yeni Şafakê Ali Bayramoglu di axaftina xwe de got: "Serokomarê berê Abdullah Gul tevlî pîrozbahiyên salvegera AKPê nebû. Li gorî texmînên min ev cara yekemîn e ku hevqas bi eşkere îşaretê dide û ev îşaret helwesteke zelal e. Gul û derdora xwe amadehiya hereketeke siyasî dikin."

    Ali Bayramoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tevlînebûna Gul a pîrozbahiyên partiyê helwesteke zelal e. Ya duyemîn, Hem Abdullah Gul û hem jî derdora wî din ava AKPê de hêdî hêdî amadehiya herekete siyasî dikin. Dibe ku ev rasterast ne li hemberî Erdogan were kirin, an jî partî neyê perçekirin. Dixwazin partiyê vegerînin eyarên febrîqeyê, an jî em bêjin niyeteke siyasî. Tevlînebûna Abdullah Gul a kongreya AKPê îşareteke girîng a vê niyete ye.

    Bi heman mijarî:

    Abdullah Gul bersiva da îdiayên ku bi Gulen hevdîtin pêk anîye
    Turk û Sakik çûn serdana Abdullah Gul
    Abdullah Gul: Min gelek caran gotiye ku ez nakevim nav siyaseta rojane
    AKPê bangî Abdullah Gul kir: Êdî bes e, dawiyê li van spekulasyonan bîne
    ‘Gelo Abdullah Gul derbasî serê partiyê dibe?'
    Etîketan:
    Serokomarê berê, Abdullah Gul, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de