17:58 17 Cotmeh 2017
Zindî
    penaber

    Li sînor 435 penaberên biyanî hatin girtin

    © AP Photo/ Khalid Mohammed)
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Li sînorê Edîrneyê di kontrola cendirmeyan de 435 penaberên biyanî ku dixwestin bi rêyên derqanûnî derkevin derveyê welat hatin girtin.

    Tîmên Fermandariya Cendirmeyên Edîrneyê li navçeyên Îpsala, Havsa, Merîç û li gundê Yenîkadinê di kontrola rê de 435 penaberên biyanî ku ji Sûriye, Afganistan, Pakistan, Bangladeş û Filistînê bûn û dixwestin bi rêyên derqanûnî derbasî welatên ewropî bibin hatin girtin.

    Li gorî zanyariyên berdest, bi penaberên biyanî re 4 organîzatorên ku rêberî dikirin ji aliyê cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Organîzator N.Ç., M.K., M.K. û M.A.A ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

    Penaberên ku hatibûn binçavkirin piştî karê edlî ji bo dersînorkirinê teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçberî ya Edîrneyê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Saakaşvîlî: Wê nikaribin welatîbûnê ji min bistînin û ez ê nebim penaber
    Qaçaxvanan penaber avêtin deryayê: 51 mirî
    HSD: Di nava 3ê rojan de nêzîkî 15 hezar penaber hatin rizgarkirin
    Li Deryaya Spî karesat: 80 penaber xeniqîn
    IOM: Di nava 4 mehan de li Deryaya Spî hezar û 89 penaber xeniqîn
    Etîketan:
    Li sînor 435 penaberên biyanî hatin girtin, Tîmên Fermandariya Cendirmeyên Edîrneyê, Edîrne, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de