08:40 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    ‘Dibe Kemal Kiliçdaroglu were girtin'

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Ahmet Hakan di gotara xwe de behsa axaftina Serokomar Erdogan ku gotibû ‘heke têkiliya Kiliçdaroglu bi şexsê hûndiru ve derkeve şaş nebin' kir.

    Ahmet Hakan di nivîsa xwe de got: "Ev nêzî hefteyekê li hemberî Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kampanyayek tê meşandin. Dibêjin ê ku derheqê tirên MÎTê de agahî dane Enis Berberoglu Kiliçdaroglu bi xwe bû û Berberoglu ceza bi xwe dê her tiştî eşkere bike. Helbet Berberoglu tiştekî wiha bike dê Kiliçdaroglu were girtin."

    Hakan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pêşî min ev kampanya cidî negirt, lê paşî min temaşe kir Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî behsa heman tiştî dike. Bi rastî heke daxwaza Erdogan ne têkbirina kîmya CHPê û tirsandina Kiliçdaroglu be xuyaye mijar gelekî cidî ye û dibe Kemal Kiliçdaroglu were girtin."

    Rojnamevanê Hurriyetê di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Ku girtina Kiliçdaroglu pêk were ev jî dê bibe sedema bêaramî, gengeşî, têkçûna demokrasi û cephebûnê."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Avê şêlo neke
    Kiliçdaroglu bersiva namzediya serokomariyê da: Ka em binêrin
    Kiliçdaroglu: Yên ji çanda demokrasiyê bêpar meşa min rexne kirin
    Kiliçdaroglu bersiva namzediya xwe ya serokomariyê da
    Kiliçdaroglu: Li Tirkiyeyê edalet tuneye
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Giştî yê CHPê, Recep Tayyip Erdoqan, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de