08:14 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Avê şêlo neke

    © AP Photo/ Burhan Özbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6701

    Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan ragihand ku agahiya wan heye ku pêwendiyên parlamenterê CHPê yê girtî Enis Berberoglu bi Serokê CHPê re hene û Kiliçdaroglu bo pêşîgirtinê, avê şêlo dike û destnîşan kir ku kesên dijî miletê bixebitin dê bê ceza namînin.

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
    © REUTERS/ Yasin Bulbul/Presidential Palace
    Erdogan diyarkir ku, "Kesê Serokatiya partiya muxalefeta sereke dike, ditirse ku tawanên parlamenterê wan yê li zîndanê bigêjin wî. Ji niha ve dixwaze avê şêlo bike, pêşî bigre. Eger di demeke nêzîk de pêwendiya Kiliçdaroglu bi wî kesê girtî re derkeve, şaş û metal neminin. Ez ji hundir xeberên cuda digrim. Ew ê girtî ye (Enis Berberoglu) dibêje, eger ez ji vê derê dernekevim, ez ê hin tiştan eşkera bikim.

    Her kes dizane ku Kiliçdaroglu bi operasyona kasedê ya FETOyê bû Serokê CHPê. Ew û partiya xwe çi dikin me eleqedar nake. Lê dema bibe meseleya Tirkiyeyê kes bêbersiv namîne. Kesên ku bûne neferên dagirkeran, bo dagirkirina xaka vî welatî, ji defterê vê miletê tên reşkirin. Ti siyaset û berjewendî xiyaneteke weha nade veşartin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Gelo Erdogan dizane ev talûke li pêşiya wî ye?'
    Erdogan: Hevalên me yên westiyan, ji rê derketin û rêya xwe şaş kirin çêbûn
    Baydemir: Bila Erdogan li aqûbeta Sedam binêre
    Tesfiyê dest pê kir: Erdogan îstîfaya 5 kesan xwest
    CHPê ji bo avakirina ‘dewleta nû ya Erdogan' got: Fermo em bibînin!
    Etîketan:
    Kemal Kiliçdaroglu, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de