07:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Fermandarê amerîkî û şervanên YPGê

    ‘Amerîka amadehiya lêxistin û parçekirina Tirkiyeyê dike'

    © REUTERS/ Rodi Said
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 44830

    Nivîskarê rojnameya Yeni Şafakê di nivîsa xwe yê bi sernava ‘Baldar bin, Amerîka gav bi gav binê Tirkiyeyê dikole...' de bibîrxist ku Amerîka YPGê biçek dike û bi avakirina dewleta PKKê li herêmê, Tirkiye ber bi şerê navxweyî ve dibe.

    Nivîskarê rojnameya Yeni Şafakê Yusuf Kaplan ku li Tirkiyeyê weşanê dike îdia kir ku Amerîka gav bi gav amadekariya xistina li Tirkiyeyê dike.

    ‘BALDAR BIN! AMERÎKA AMADEKARIYA LêXISTINA TIRKIYEYÊ DIKE'

    Hewldidin Tirkiyeyê bi pirsgirekên navxweyî asê bikin… me li hûndir berdidin hev…Beşên cihê yên civakê, heta din av heman civakê de fesadiyan dikin û dixwazin wan berdin hev…

    Lê li derve, li sînorê me yê başûr de, geşedanên xetere ku pêşeroja herêm û welatê me diyar bikin, diqewimin. Rêveberiya Amerîkayê, li nava çevê me dinêre û bi TIRan çek û tankan ji YPGê re dişine…

    Hewl didin ku ji kendavê heta Behra Spî korîdorek ava bikin û xebatên avakirina dewleta PKKê tên kirin…

    Eger tiştek wiha pêk were, ev yek dibe sedema parçebûna Tirkiyeyê û bi şerê navxweyî encam bide.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê 112 tir çekên nû ji YPGê re şandin
    YPGê dîroka kontrolkirina Reqqayê ragihand
    Erdogan: Hêviyên xwe bi YPGê ve girêdane
    Artêşa Tirkiye êrişî çeperên YPGê dike
    Erdogan bo guhertina navê YPGê daxuyanî da
    Etîketan:
    parçe, dewlet, xistin, PKK, Yeni Şafak, Yusuf Kaplan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de