11:09 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahattin demirtaş

    Dermirtaş: Sedema girtina me hilbijartina pêşxwet e

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 7730

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di peyama xwe yê ku ji bo Nobeta Edalet û Wijdanê re şand de ragihand ku sedema girtina wan amadekariya hilbijartina pêşxwext e: Em ji hilbijartinê natirsin.

    Nobeta Edalet û Wijdanê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê, Stenbol û Wanê dabû destpêkirin, li bajarê Eziromê li Parqa Aştî yê Musa Enter dewam dike. Di roja 6mîn a nobetê de peyama Hevserokê HDPê hat xwendin.

    ‘DÊ HIKÛMET NEGIHÎJE ARMANCA XWE'

    Demirtaş diyar kir ku, "Ti barîkat û ablûka nikarin hezkirina di navbera HDPê û gel de qut bike. Tevgerên ku hemû mafên siyasî, exlaqî, peymanên navneteweyî û makeqanûnê binpê dikin, dê nekarin HDPê tasfiye bikin. Dê hikûmet negihîje armanca xwe."

    ‘SEDEMA GIRTINAME AMADEKARIYÊN HILBIJARTINA PÊŞXWET E'

    Tifaqa AKP-MHPê amadekariya hilbijartina pêşxwet da destpêkirin. Sedema girtina me û hevalên me, ev e. Sedema xistina Hevserok û Parlamentera me yê Wanê Figen Yuksekdag bi awayeke derqanûnî, amadekariyên hilbijartina pêşxwet e. Em ji hilbijartinê natirsin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş banga beşdariya ‘Kongreya Edaletê’ ya CHPê kir
    Demirtaş: Tevahiya Tirkiyê ne Erdogan û Bahçelî ye, em jî hene
    "Ey Erdogan rabe ji Demirtaş lêborîne bixwaze û di şer de îsrar neke"
    Demirtaş bersiv da pirsa gelo hûn ê çi wext bên berdan?
    Demirtaş kuştina mamoste Necmettin şermezar kir: Nahletê li wan tînim
    Etîketan:
    girtin, sedem, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de