11:46 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Tirkiye

    Ji bo ‘Olurum Turkiyem’ doz hat vekirin

    © REUTERS/ Dylan Martinez
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 26901

    Stranbêjê Tirk Mustafa Yildizdogan ku hatibû îdiakirin strana ‘Olurum Turkiyem’ (Bimirim Tirkiyem) ji komeke muzîka Kurdî diziye, li ser mijarê daxuyanî da.

    Yildizdogan red kir ku wî ew stran ji ber muzîka Kurdî girtiye û got, "Dikarin bi her tiştî min tohmetbar bikin, lê bi dizîyê na."

    Hunermendê Tirk li navçeya Meram a Konyayê ji rojnamevanan re daxuyanî dan û li ser mijara diziya muzîka strana ‘Olurum Turkiyem' ku li ser medya civakî hatibû parvekirin got, wî li Serdozgeriya Komarî doz ji bo wan kesên ew parvekirinên ‘bêbingeh' kirine vekiriye.

    Yildizdogan got: "Bi her tiştî dikarin min tohmetbar bikin, lê bi diziyê qet. Ev strana ku min li ser ‘Welat, al û Ellah' di ser polîtîkayê re li sala 1992yan çêkiriye bi salan li welatê me hat guhdarîkirin. Heta niha jî min negotiye, muzîka vê stranê ya min e. Lewra ev edeb ji malbata min tê. Piştî 15ê Tîrmehê dîsa ev stran pir hat guhdarîkirin."

    Yildizdogan di berdewamê de got: "Xayînên welat dibêjin min dizî kiriye. Di vîdyoya li ser medya civakî hatiye belavkirin de, dengê muzîkeke kurdî tê. Wêneyê di vîdyoyê de 2 sal berê hatiye kişandin. Ew piştre reş û spî kirine. Ne diyar e ev vîdyo ayîdê çi kes û şirketê ye. Ji ber wê jî nizanim ji ku derketiye."

    Stranbêjê Tirk bal kişand ser ku piraniya parvekirina ji derveyî Tirkiyê hatine kirin û got, ew dê heta dawiyê bibêje Olurum Turkiyem.

     

     

    Bi heman mijarî:

    CNNê dawî li karmendê xwe yê ku silava nazîyan da anî
    Merkel: Krîza Koreya Bakur bi rêyên leşkerî çareser nabe
    Lavrov: Heke Amerîka mudaxeleyî hilbijartinên Rûsyayê bike...
    Amerîkayê dest bi avakirina navenda fermandariya binkeya leşkerî kir
    Barzanî û Tillerson axivîn: Referandûm biryara gel e
    Li Trabzonê di navbera PKKê leşkerên tirk de şer derket: Birîndar hene
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de