13:16 21 Tebax 2017
Zindî
    Parlementerê HDPê Sirri Sureyya Onder

    Sirri Sureyya Onder: Yekîtiya HDP û CHPê şert e

    © Flickr/ HDP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 69 0 0

    Parlamentarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Enqerê Sirri Sureyya Onder, li ser tifaqên bo hilbijartinên seroktiyê yên Tirkiyê ku tê pêşbînîkirin li meha Adara 2019an birêve biçin got, ‘Yekîtiyeke ku HDP, CHP û gelek pêkhatên din tê de cî bigirin şert e.’

    Onder di hevpeyvîna dihaber a digel Kenan Kirkaya de, li ser pirsa tifaqa hilbijartina seroktiyê diyar kir, fikrê tifaqê yê HDPê her diçe ber bi ‘yekîtiyeke organîk' ve diçe û got, "Divê tifaqa heyama nû, deshilatdariyeke bihêz bike armanc ji xwe re û bibe tifaqa çalakî û bernameyê."

    Sirri Sureyya Onder li ser pirsa tifaqa her du partiyan wiha axivî: "Di rewşa heyî de li Tirkiyê şikestineke peyde bûye. Ev şikestin sîstema nû ya mentiqê seroktîyê ye.

    Di vê şkestinê de pêwîstî bi dengê ji sedî 50 zêdetir ya tifaqeke 1+1 bike 3 heye. Yekîtiyeke ku HDP, CHP û gelek pêkhatên din tê de cî bigirin şert e."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Stephen King: Trump û Kim pêşbirka, 'dînîtiyê’ dikin
    Goranê bertek ji Rabûn Merûf re nîşan da: Siyaseta me ne ew e
    Agir bi keleha Hewlêrê ket
    Strana ‘Olurum Tirkiye'm' ji komeke kurdî hatiye dizîn
    Keça ku dixwest beşdarî Fetîh el Şamê bibe 3 sal ceza xwar
    RT bû hêviya zarokên Rûsî yên Mûsilê û malbatên wan
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de