16:47 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Music

    Strana ‘Olurum Tirkiye'm' ji komeke kurdî hatiye dizîn

    © Foto: Pixabay
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 19820

    Derket holê strana neteweperest ku tirk gelekî jê hez dikin a bi navê "Olurum Turkiye'm" anku "bimirim ji bo te Tirkiye" ji Koma Qamişloyê hatiye dizîn.

    Fenomenê medyaya civakî yê bi navê Serhad Eyalet Lordu ku gelek caran stranên kurdî yên hatine tirkîkirin eşkere dike vê carê eşkere kir ku strana neteweperestên tirk a ku qaşo stranbêjê tirk Mustafa Yildizdogan çêkiribû ya Koma Qamişloyê ye.

    ​Li gorî agahiyên ku fenomenê medyaya civakî dane, ev strana ku AKPê û MHPê ji bo referenadûm û hilbijartinan bi kar aniye di sala 1993an de ji aliyê Mustafa Yildizdoganî ve hatiye çêkirin ku stranbêjî navborî li ser navê xwe pêşkêş kiriye kê ew bi xwe di sala 1986an de ji aliyê KOma Qamişloyê ve hatiye çêkirin.

    Piştî vê agahiyan diyar bû ku strana Yildizdoganî ku neteweperestên tirk pê tirkbûna xwe derdixin pêş bi eslê xwe kurdî ye.

    Etîketan:
    dizîn, stran, Mustafa Yildizdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de