06:25 19 Tebax 2017
Zindî
    Îşkence

    HDPê rapora gundê Şapatanê ku li gundiyan îşkence hatibû kirin diyar kir

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Li gundê Şapatanê yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di serdegirtina malan de polîs û leşkerên tirk li gundiyan îşkence kiribû. Heyeta HDPê têkildarî vê îşkenceyê lêkolîn dabû destpêkirin û rapora xwe ji raya giştî re eşkere kir.

    Heyata Partiya Demokratşk a Gelan (HDP) rapora xwe yA Şapatayê li qada Nobeta Wijdan û Edaletê ya li Wanê bi daxuyaniyek ji rayagiştî re ragihand.

    HDPê diyar kir ku hemû nirxên mirovayetiyê hatine binpêkirin û wehşeteke mezin hatiye kirin û rapora berfireh a li ser îşkenceyê wê piştî demeke kurt ji raya giştî re dîsa eşkere bikin.

    'HATIYE TESPÎTKIRIN KU HER CURE ÎŞKENCE HATIYE KIRIN'

    Şandeya HDPê destnîşan kir ku, "li minareyên mizgefta gund kamera hatine bicihkirin, tê astengkirin ku gundî biçin bax û baxçeyên xwe yên derveyî gund, daristanên li gund hatine şewitandin. Heqaret, îşkence û şîddet li gundiyan hatiye kirin. Li Midûryeta Ewlekarî ya Şemzînanê bi jop, çek, doxa paspasê, xortim û hesinan îşkence li 36 kesan hatiye kirin. Bêyî rapora bijîşkan ev kes serbest hatine berdan.

    Herwiha şandeya HDPê di rapora xwe de eşkere kir ku li jinan jî îşkence hatine kirin û hemû peymanên navneteweyî yên li dijî îşkenceyê hatiye binpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    PKKê 2 otomobîlên leşkerên tirk teqandin
    Leşkerên tirk Hevserokê DBPê desteser kirin
    PYD: Leşkerên tirk neketine Kobaneyê
    PKKê bi roketan êrişî leşkerên tirk kir: Birîndar hene
    Etîketan:
    gundî, îşkence, rapor, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de