11:09 24 Cotmeh 2017
Zindî
    CHP

    Doz li AKPyîyê ku gotibû, ‘Em dewleteke nû ava dikin’ hat vekirin

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Rêveberê berê yê AK Partiyê Ayhan Ogan demek berê di televizyoneke Tirkiyê de gotibû, ‘Em dewleteke nû ava dikin, damezirînerê wê jî Erdogan e’.

    Li ser van gotinên ku bi taybetî ji aliyê CHPê ve rastî bertekan hatibûn, doz hat vekirin.

    Endama Encûmena Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Songul Başkaya û komeke din a rêveberên CHPê, li dozgeriyê gilîyê Rêveberê berê yê Desteya Rêveberiya AK Partiyê Ayhan Ogan kirin.

    Di gilînameya ku ji Serdozgeriya Komarî ya Antalyayê re hatiye pêşkeşkirin de, hat gotin ku xalên destûrê yên ‘nayên guhertin û pêşniyara guhertinê jî nabe' tune hatine hesibandin.

    Herwiha di gilînameyê de hat xwestin, bi hinceta bi awayekî eşkere binpêkirina destûrê, piçûkxistina gel a bi kîndarî û neyartiyê û tawana dijî pergala destûrî Ayhan Ogan were dadgehkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Operasyona Reqayê dewam dike: Baskên rojhilat û başûr gihîştine hev
    Barzanî bo Tirkiyê: Kurdistan cihê bi ewle yê ku hûn dikarin pişta xwe bidinê ye
    Walîyê Kerkûkê: Îhtîmala avakirina çend dewletên kurdî heye.
    Dijberiya Sûriyeyê guhertin di Artêşa Sûriyeya Azad de pêk tîne
    Amerîka: Em serdana Pûtîn bo Abhazyayê rast nabînin
    CNN: Êrişên akustîk li dijî dîplomatên amerîkî yên li Kubayê tên kirin
    YNKê parlamneterê ku beşdarî kampanyaya ‘Na' bû ji partiyê dur xist
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de