10:35 19 Tebax 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li Cizîrê li dijî wesayîta zirxpoş êrişa bombeyî: Wesayît herifi û 4 polîs birîndar bûn

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 57 0 0

    Hat ragihandin ku li navçeya Cizîr a Şirnexê li hemberî wesayîta zirxpoş a polîsan êrişa bombeyî pêk hat.

    Li gorî zanyariyên berdest, li navçeya Cizîr a Şirnexê li hemberî wesayîta zirxpoş a polîsan êrişa bombeyî pêk hat, li gorî daneyên destpêkê di êrişê de 4 polîsên ewlehiya Tirkiyeyê birîndar bûn.

    Li taxa Yafes a navçeya Cizîrê di dema derbasbûna wesayîta zirxpoş a polîsan de teqînek dijwar pêk hat. Di encama teqînê de 4 polîsên Tirkiyeyê birîndar bûn û wesaît zirxpoş jî rûxiya. Herwiha hejmarek zêde mal û avahiyên nêzikê teqînê jî ziyanên aborî dîtin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî dengê teqînê ji her 4 aliyê bajêr hatiye bihîstin. Piştî teqînê polîsan dest bi operasyonê kirine û bi ser malan de girtine.

    Etîketan:
    Li Cizîrê li hemberî wesayîta zirxî êrişa bombeyî, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de