11:45 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    ‘Gelo Erdogan dizane ev talûke li pêşiya wî ye?'

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 216 0 0

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de behsa mijara namzedên serokomariyê yên sala 2019an kir û ragihand ku her kes li ser Abdullah Gul hisaban dike.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de behsa mijara namzedên serokomariyê yên sala 2019an kir û got: Her kes li ser serokomarê berê Abdullah Gul hisaban dike. Wekî din Partiya Saadetê jî heye, dengê wan her çi qas ji sedî yek be jî gelekî girîng e. Lê Erdogan dizane ev talûke li pêşiya wî ye."

    Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Muxalifên Tirkiyeyê hemû hisabên xwe li ser nehilbijartina Serokomar Recep Tayyip Erdogan a sala 2019an dikin. Ji sedî 49 dengê ku di referandumê de hat standin muxalefet bi hêvî kir. Ketine hesta ku em dikarin vî karî biqedînin."

    Selvi di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hê ne diyar e bê muxalefet wê Kemal Kiliçdaroglu an jî kesekî din wekÎ namzed nîşan bide. Lê ji aliyê din ve AKPê jî berê xwe daye kesên bi potansiyel. Niha herî zêde hisab li ser Abdullah Gul têne kirin. Gul heta niha ti sînyalek nedaye, lê wekî kesê ku dikare pêşiyê li Erdogan bibire tê dîtin. Erdogan dizane ev talûke li pêşiya wî ye. Ji xwe ku zanibe ti pirsgirêk jî tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Hevalên me yên westiyan, ji rê derketin û rêya xwe şaş kirin çêbûn
    Baydemir: Bila Erdogan li aqûbeta Sedam binêre
    Tesfiyê dest pê kir: Erdogan îstîfaya 5 kesan xwest
    CHPê ji bo avakirina ‘dewleta nû ya Erdogan' got: Fermo em bibînin!
    Demirtaş: Tevahiya Tirkiyê ne Erdogan û Bahçelî ye, em jî hene
    Erdogan: Hûn dizanin ku ev birayê min jî kurd e
    Etîketan:
    Erdogan dizane talûke li pêşiya wî ye, Abdullah Gul, Recep Tayyip Erdoqan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de