13:27 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Aleksey Yerhov

    Yerhov: Kesê ku îro em maç dikin sibê em şerê wî dikin

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6110

    Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Aleksey Yerhov bûyerên dawî yên Sûriyeyê û têkiliyên Enqere û Moskowê nirxandin. Yerhov, kesê ku îro em maç dikin sibê em pê re şer dikin.

    Li gorî nûçegihanê rojnameya Haberturkê Muharrem Sarikaya Aleksey Yerhov di axaftina xwe de got: "Rewş tenê ne li Idlîbê, lig elek herêmên Sûriyeyê pir hesas e. Pir zêde grûb hene, grûba ku hûn îro maç dikin sibê em şerê wê dikin."

    Aleksey Yerhov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Gelekî baş bû ku mirov bi gotinekê hemû herêm têxistana aramiyê, lê wekî tê zanîn li herêmê gelek aktor û faktor hene, lewma carinan pêvajo têk diçe. Helbet têkçûna pêvajoyê jî di sebebê çûna dem, efor û hewldanên nû."

    EM JI HESASIYETÊN TIRKIYEYÊ AGAHDAR IN

    Yerhov di dirêjiya axaftina xwe d got: "Em ji hesasiyetên Tirkiyeyê agahdar in, bi baldarî nîşeyan digrin û Federasyona Rûsyayê ji van mijaran agahdar dikin."

    ​Balyozê rûsî di dawiya axaftina xwe de got: "Em dizanin li bakurê Sûriyeyê rewşeke pir hesas heye û di encama pêşveçûnên dawî de hesastir bû. Ev hesasiyet jî dide nişandan ku divê herdu welat (Tirkiye-Rûsya) hevkariya xwe zêde û nêzîktirî hev bikin. Hûn dikarin bawer bibin niha pêvajoya diyalogê dimeşe."

    Bi heman mijarî:

    Balyozê rûsî Yerhov îro nameya pêbaweriyê pêşkêşî Erdogan dike
    Yerhov jî tevlî merasîma 15ê Tîrmehê ya li parlamentoyê dibe
    Yerhov: Pêşiya têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê vekiriye
    Yerhov bû balyozê nû yê Rûsyayê li Enqereyê
    Etîketan:
    Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê, Aleksey Yerhov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de