07:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Polîsên Tirkiyê Operasyon

    Li Tirkiyê cîgirê midurê dibistanê ji DAIŞê hat girtin

    © REUTERS/ Stoyan Nenov/Files
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Di operasyona ser DAIŞê ya li bajarê Hatayê de, kesê bi navê A.B. ku hatibû binçavkirin derket holê cîgirê midurê dibistanekê ye.

    Serdozgeriya Stenbolê li Stenbol, Agirî û Hatayê hevdem operasyon li ser endamên DAIŞê pêk anî.

    Di operasyona li Stenbolê de ku li ser du navnîşanan hat kirin de, 1 ji wan zarok 7 kes hatin binçavkirin.

    Li Hatayê jî kesê ji endamtiya DAIŞê hatibû binçavkirin, diyar bû ku li navçeya Hassa cîgirê midurê dibistanê ye û hat tesbîtkirin pêwendiya wî bi endamên din ên rêxistinê re heye.

    Herwiha piştî lêhurbûna ser materyalên ku li ser kesê bi navê S.F. hatine bidestxistin, hat diyarkirin ku ew kes bi rêveberên payebilind ên DAIŞê re di nav danûstandinê de ye.

    Hat zanîn ku ji bo wî endamê rêxistinê pirtûka ‘Gurê bitenê' ya dijîtalî hatiye dîtin ku di wê pirtûkê de fermanê çalakiyên DAIŞê cî digirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê perestgeheke ku dîrokê ji nû ve binivîse hat dîtin
    ‘Siûdî bi fermana Amerîkayê dest bi şer kir’
    Wê Îran zengilê bi dîroka 7 qirnan radestî dêra Wanê bike
    Barzanî: Referandûm ne henek e, wasite ye ji bo serxwebûnê û nayê paşxistin
    Çapameniya Tirk: Erebî li Tirkiyeyê bûye zimanê duyem
    ‘Pere ji ser Entab û Hewlêrê ji DAIŞê re hatin şandin’
    FBIyê li mala birêveberê kampanyaya Trumpî ji bo "Rûsyayê" lêgerîn pêk anî
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de