13:26 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Wan - Akdamar - Axtamar - Kilîse - Dêr

    Wê Îran zengilê bi dîroka 7 qirnan radestî dêra Wanê bike

    © Sputnik/ Salih Turan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 33 0 0

    Saziya Geştiyarî, Hunerê Destan û Keleporê ya Îranê dê naqosa (Zengil) 7 sed salî ya dêreke bajarê Wanê ku niha li Muzexaneya Antropolojiyê ya Rojavayê Azerbaycanê ye radestî wê dêrê bike.

    Cîgirê serokê Saziya Geştiyarî, Hunerê Destan û Keleporê ya Îranê Mirhadi Kareseyyed-Romiani ragihand, "Wan li gor prosedurên yasayî dest pê kiriye ku hemû bîrdarî û berhemên dîrokî yên jêdera wan welatên din in, radestî wan bikin."

    Rayedarê Îranî bal kişand ser ku ev polîtîka pişta xwe dide çanda aştî û dostaniyê ya Îranê û got, "Piştî temambûna hemû prosesên yasayî, em hêvî dikin rûyê rastî yê cîrantiya baş û mirovatiyê ji hemû dinyayê re nîşan bidin."

    Zengilê ku dê were radestkirin, 7 Tîrmeha 1377an li Dêra Ezîz Meryem a Wanê hatibû danîn û li dema şer Îranê ew biribû.

    Zengilê dêrê heta vê dawiyê jî li Muzexaneya Urmiyê ya Antropoliyê bû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Çapameniya Tirk: Erebî li Tirkiyeyê bûye zimanê duyem
    ‘Pere ji ser Entab û Hewlêrê ji DAIŞê re hatin şandin’
    FBIyê li mala birêveberê kampanyaya Trumpî ji bo "Rûsyayê" lêgerîn pêk anî
    Êrişkarê Parisê hat zeftkirin
    Elî Qazî: Piştgiriya referandûmê erkekî olî û netewî ye
    Trump: Cebilxaneya me ya nukleerî ji her demê bihêztir e
    Etîketan:
    Îran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de