17:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

    Erdogan: Hevalên me yên westiyan, ji rê derketin û rêya xwe şaş kirin çêbûn

    © REUTERS/ Yasin Bulbul/Presidential Palace
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, di axaftina xwe ya civîneke li bajarê Gîresunê de li ser 15 salên deshilatdariya partiya xwe rawestiya.

    Erdogan li civîna Meclîsa Bajarê Gîresûn a AK Partiyê da xuyakirin, "Di nav 15 salên deshilatdariyê de helbet, hevalên me yên; westiyan, di rê de man û rêya xwe şaş kirin çêbûn. Taybetiya herî girîng a AK Partiyê xwenûkirin e. Li pêşiya me têkoşîneke bi zehmetî heye. Hilbijartinê 2019an."

    'PÊWÎST E JI SEDÎ 50 Û 1 DENGÊ DIN EM BISTÎNIN'

    Erdogan hilbijartinên seroktiyê yên ku dê sala 2019an birêve biçin bi bîr xist û got, "Ji bo encamê û serkeftinê divê teqez em ji sedî 50 û 1 dengê din bistînin, em ji bo vê amade ne gelo?"

    ERDOGAN: WESATANEKE CIDÎ YA METALÎKÎ…

    Erdogan rexneya xwe ya bo AK Partiyê berdewam kir û diyar kir, "Ez dibim şahidê westaneke cidî ya metalîkî. Ev ne tenê tesbîta min e, ya miletê me ye jî."

    ‘EMÊ BERSIVA HERÎ BAŞ LI 2019AN BIDIN'

    Serokomarê Tirkiyê di berdewamê de got, ew dengên sedî 51,4 ê referandûma 16ê Nîsanê ya sîstema seroktiyê ne tenê dengên AK Partiyê ne û herwiha dengê 48,6 yê ‘na' jî ne tenê dengên CHPê ne û wiha dewam kir: "Niha ew çi dikin? Dibêjin qey ‘Ev dengên me ne'. Nexêr. Emê bersiva herî baş înşelah li Adara 2019an bidin."

     

    Bi heman mijarî:

    Elî Qazî: Piştgiriya referandûmê erkekî olî û netewî ye
    Parlamenterê almanî bo serdana Tirkiyeyê pêbawerî xwest
    Trump: Cebilxaneya me ya nukleerî ji her demê bihêztir e
    Dijberiya Sûriyeyê: Alîkariya Tirkiyeyê bo me dewam dike
    Artêşa Iraqê di derbarê êrişa li dijî Heşdî Şebî daxuyanî da
    ‘Rûsya û Amerîka kurdan piştguh nakin'
    Tillerson: Trump bi zimanê ku Kim Jong-un jê fêm dike diaxive
    Baydemir: Bila Erdogan li aqûbeta Sedam binêre
    Li Mêrdînê operasyon: 20 kes hatin girtin
    Etîketan:
    Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de