13:26 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Baydemir: Bila Erdogan li aqûbeta Sedam binêre

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4820

    Berdevkê HDPê Osman Baydemir di Nobeta Wijdan û Edaletê ya li Wanê de axivî û ragihand ku polîtîkayên hikûmeta Tirkiyeyê yên li ser gelê kurd bi ser neketine.

    Di roja duyemîn a Nobeta Wijdan û Edaletê ya li Wanê de civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir armanca çalakiyê û pêşveçûnên rojane nirxand.

    Baydemir bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên hikûmeta Tirkiyeyê û got, "Dema ku zimanek ji holê were rakirin, civak jî ji holê radibe. Vî gelî tu carî dev ji ziman û çanda xwe berneda û her carê li ber xwe da. Em ji bo hemû gelên bindest têdikoşin. Vê hikumetê di sala 2015an de dîsa xwîn rijand. Lê di sala 2013an de hêviya aştiyê pêk hatibû. Ocalan di sala 2013an de ev tişt deklare kiribû. Niha jî Tirkiye hemû di bin tecrîd û esaretekê de ye. AKPê di sala 2002an de digot 'Em di bin esaretê de ne'. Lê niha AKPê hemû welat xistiye bin esaretê. Li cîhanê hin dewlet hene ku nifûsa wan 50 hezar e lê îro roj 50 hezar girtiyên siyasî yên kurd hene. Li hemberî vê şîddetê em ê li ber xwe bidin."

    ‘LI ZINDANAN ÎŞKENCE TÊ KIRIN'

    Baydemir wiha pê de çû: "Li Girtîgeha Tîpa Fyê ya li dijî jinan şîddeteke bêexlaq hatiye kirin. Parêzer nikarin biçin wan bibînin. Ev faşîzm bi xwe ye. Li Gundê Şapatanê yê Şemzînanê îşkence hatiye kirin. Ev ji ber şirîkatiya AKP/MHPê ya wekî a gur û rovî ye. Îşkenceyê li jinên 80 salî dikin. Heke ev tişt li Fîlîstînê bihata kirin wê Erdogan qiyamet rakira. Divê ne bi tenê HDP her kesên xwedî wijdan xwedî li vî tiştî derkevin."

    ‘BILA ERDOGAN LI AQÛBETA SEDAM BINIHÊRE'

    Baydemir axaftina xwe wiha domand: "DAIŞiyên ku qetlîama Amed û Enqereyê kirine serbest hatine berdan lê Selahattin Demirtaş ku aştî û biratiyê diparêze jî girtî ye. Tekane derê hikûmetê dijminatiya kurdan e. Lê di dîrokê de tu dijminên kurdan negihiştine armancên xwe. Aqûbeta Seddam Huseyîn li holê ye. Sedam li Helepçeyê qetlîam kir lê ew bajar ji nû ve ava bû. Cizîr, Gever, Şirnex û Sûra ku Erdogan ev bajar hilweşand jî wê rojekê ji nû ava bibin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."

    Bi heman mijarî:

    Osman Baydemir: Em stûyê xwe xwar nakin
    Osman Baydemir hat berdan
    Osman Baydemir: Ev 171 roj in em li benda edeletê ne
    Osman Baydemir: Na Ji Birakujiyê re
    Etîketan:
    kurd, Recep Tayyip Erdogan, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de