21:50 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Referandûm-hilbijartin-dengdan-deng

    ‘Li Tirkiyeyê di sala 2018an de hilbijartina pêşwext heye an na?'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku ti plana Serokomar Erdogan û AKPê ku hilbijartina adara sala 2019an a herêmî bikşînin pêş tuneye.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de got: "Ji xwe Serokomar û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan jî got ‘ wê hilbijartin di wextê xwe de pêk were. Erdogan dixwaze hilbijartin her dem di wextê xwe de pêk werin."

    Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Di referanduma meha nîsane de ji sedî 51.4 dengê erê ji bo hilbijartina pêşwest piştgiriyeke xurt nîşan nade. Erdogan dibêje ‘bendava hilbijartinê êdî ji sedî 50+1 e.' Heke di referandumê de ji sedî 55 û zêdetir derketa wê demê dibû hilbijartina pêşwext bihata nirxandin."

    Selvî di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Ji xwe sala 2018an wekî sala xebatê hat ragihandin. Wê plana çalakî ya 180 rojî were diyarkirin. Di sala 2017 û 2018an de di serî de bi xizmetên ekonomiyê divê hemwelatî têkevin firehiyekê."

    Bi heman mijarî:

    Di Kongreya Awarte de hevserokên nû yên DBPê hatin hilbijartin
    Mîroglu: AKP li herêmê lawaz bibe, dê aqûbeta hilbijartina Hezîranê dubare bibe
    ‘Erdogan ji bo hilbijartina pêşwext lêkolînê dide kirin'
    Dîroka hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin
    Qesra Spî: Trump difikire ku Rûsya tevlî hilbijartina li Amerîkayê bû ye
    Etîketan:
    Hilbijartina pêşwext, rojnameya Hurriyetê, Abdulkadir Selvi, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de