18:20 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Protestoyên hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê

    ‘Adil Oksuz li Almanyayê daxwaza penaberiyê kir'

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Hat îdîakirin ku ‘îmamê Hêza Hewayî' yê FETO/PDYê Adil Oksuz li Almanyayê daxwaza penaberiyê kir.

    Li gorî îdîayan, Adil Oksuzê ku piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê hatibû binçavkirib, paşî serbest hatibû berdan û piştî serbestberdanê ji bo dîsa were girtin bi mehan xebata lêgerînê hatibû kirin. Hat îdîakirin ku Adil Oksuz li Almanyayê ye û li wir daxwaza penaberiyê kiriye.

    Li gorî nûçeya rojnameya Yeni Şafakê, Midûriyeta Giştî ya Têkiliyên Derve û Hiqûqa Navneteweyî ku girêdayî Wezareta Dadê ye belgeyek ji îstîxbarata ewlehî, Serokatiya Daîreya Terorê, MÎT û ji Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê re şand. Li gorî belgeye, du kesên cuda Adil Oksuz li bajarê Ulm û Frankfurt ê Almanyayê dîtine.

    Di berdewamiya nûçeyê de hat îdîakirin ku Adil Oksuz li Almanyayê daxwaza penaberiyê û ev daxwaz jî ji eyaleta Wurttembergê kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Dadê Bozdag: Dibe Adil Oksuz hatibe kuştin
    'Adil Oksuz li balyozxaneyekê xwe vedişêre'
    Bozdag: Adil Oksuz li Tirkiyeyê ji terefê hinek kesan ve tê veşartin
    Îdîaya ku ‘Adil Oksuz reviyaye Amerîkayê'
    Adil Oksuz dema di bin çavan de bi telefonê axiviye
    Etîketan:
    FETO-PDY, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Adil Oksuz, Almanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de