18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Îşkence

    Walîtiya Colemergê li ser nûçeyên îşkenceyê daxuyanî da: Îdiayên bêbingeh in

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Parêzgariya Colemergê li ser tehde û îşkenceya ku piştî binçavkirinê ji aliyê polîsan ve li hemwelatiyan hatibû kirin daxuyanî da.

    Parêzgariyê nûçe û daxuyaniyên hemwelatiyên rastî îşkenceyê hatine wekî îdia nirxand û got, heta niha tenê 10 kesan li ser wan îdiayan serî li wan daye û heger qisûreke polîsan hebe, dê li ser lêkolîn were kirin.

    Di daxuyaniya nivîska ya parêzgariyê de hat gotin ku piştî bûyera li dema operasyonê kuştina polîsekî li navçeya Şemzînan a Colemergê 'kesên gumanbar li gor hiqûqê hatine binçavkirin û yên zehmetî li hemberî hêzên me yên ewlekariyê derxistine jî bi zorî hatine desteserkirin.'

    Walîtiyê nûçeyên îşkenceyê wek îdiayên 'bêbingeh û bi meqsed' da zanîn û got, 'heke qisûreke hêzên ewlekariyê hebe dê li ser wan lêkolîn were kirin.'

     

    Bi heman mijarî:

    Balafir li ser otorêyê li otomobîlê qelibî
    Ebadî: Ji xeynî parçebûnê em dikarin li ser her tiştî bi şandeya Kurdistanê re biaxivin
    Li Rûsyayê felaketa lehiyê: Li ser avê asê man
    Rûsya ji bo vegerandina zarokên kampên DAIŞê kete tevgerê
    Êrîşî qereqola Cendermeyan a Nisêbînê kirin: Leşkerek birîndar bû
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de