05:34 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Osman Baydemir

    Osman Baydemir: Em stûyê xwe xwar nakin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3020

    Nobeta Wijdan û Edaletê ya HDPê piştî Amed û Stenbolê li Wanê hat destpêkirin Berdevkê HDPê Osman Baydemir ragihand ku, "Astengî û barîkat çi dibin bila bibin wê tu hêz û qudret nikaribe wijdanê mirovayetiyê têxe bin ablûqayê."

    Baydemir di destpêka Nobetê de axivî û got: "Astengî, barîqat û bariyer çi dibin bila bibin lê tu hêz nikare wijdanê mirovatiyê têxe bin ablûqayê. Em bêdeng nebûn em ê bêdeng nebin jî. Vî gelî tu carî stûyê xwe li ber zilmê xwar nekir û ew ê neke jî."

    ‘CILÊN YEKCUREYÎ PÊKANÎNA GÛANTAMALAYÊ YE'

    Baydemir wiha pê de çû: "Bi salan we gazin ji Guantamalayê kirin lê niha jî hûn pêkanînên Guantamalayê ferz dikin. Tişta ku cûntayê nikaribûye bike niha li girtîgehê îşkencexaneyê saz dikin. Ev tabloya têkçûnê ye. Bi vê zilmê hûn ê negihêjin tu cihî. Siyaset cihê çareseriyê ye. Heke hûn siyasetê bikin kîn wê nîvê civakê bi çavê nefretê li we binihêre."

    ‘BANGA ME YA JI MILYONAN RE…'

    Baydemir destnîşan kir ku bangî bi milyonan kesan dikin ku, em bêdeng nemînin, em bi hev re faşîzmê bidin sekinandin. Faşîzm herî dawîn wê li kuçeyeke kor bisekine. Kêşeya edalet û wijdanê ya dewletê heye. Yên berê gund dişewitandin û lê hûn bajaran hildiweşînin."

    ‘EM Ê LI SER RÊYA MEM Û ZÎNAN BIN'

    Baydemir got: "Destaneke gelê Kurd a bi navê Mem û Zînê heye. Di wir de Mem û Zîn û Beko hene. Em Mem û Zîn in. Bila Beko li te bimbarek be. Em ê li ser rêya Mem û Zînê bin. Di şexsê Bekîr Kaya de em sozê didin gelê xwe, heta ku em aştiyê bînin welat wê têkoşîna me bidome. Em ê 7 rojan li vir bin. Em ê dengê wijdan û edaletê ji Gola Wanê bilind bikin."

    Bi heman mijarî:

    Osman Baydemir hat berdan
    Osman Baydemir: Ev 171 roj in em li benda edeletê ne
    Osman Baydemir: Na Ji Birakujiyê re
    Baydemir bangî gelê Amedê kir: Çalekiya deng derxistinê li dar bixin
    Baydemir: Lenet li her du yan jî bê
    Baydemir bo Erdogan: Serxwebûn bo te çima ferz e, lê bo kurdan wê ne ferz be
    Etîketan:
    astengî, Osman Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de