19:38 20 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    Rojnameya tirk: Dibe her kêlîkê Tirkiye operasyona li ser Efrînê pêk bîne

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6603

    Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî got, "Operasyona Mertala Firatê xencerek bû ku di dilê pêkhateya terorê ya li Sûriyeyê de çikand û em birijd in ku bi pêngavên nû biavêjin. Di demeke nêz de, em dê gavên nû û giring biavêjin, Rojnameya Yeni Şafakê ya Tirkiye îdîa kir ku "her kêlîkê" dibe Tirkiye operasyonekê pêk bîne."

    Rojnameyê îdia kir ku hedefa ewil ya operasyonê Kantona Efrînê ye

    Rojnameya Yeni Şafakê ku li Tirkiyeyê weşanê dike, di nûçeya xwe yê ku zanyariyên xwe sipartin çavkaniyên leşkerî û bi sernava ‘Tilî li ser tetikê ye' û di spotê de jî ‘Kêr gihîşt hestiyê' parvekir de, îdia kir ku her kêlîkê dibe li herêmê operasyona leşkerî pêk were."

    Artêşa Tirkiyeyê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    ‘OPERASYON LI HERÊMEKE BERFIREH DÊ PÊK WERE'

    Di nûçeyê de hat eşkerekirin ku, "Hêzên Ewlekariya tirk difikirin ku li ser xeta Ezez-Til Rifat-Îdlîbê operasyon pêk bînin. Herwiha tê payîn ku operasyon li rojavayê Çemê Firatê jî pêk bê."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe yê 5ê Tebaxê de gotibû ku, "Operasyona Mertala Firatê xencerek bû ku di dilê pêkhateya terorê ya li Sûriyeyê de çikand û em birijd in ku bi pêngavên nû biavêjin. Di demeke nêz de, em dê gavên nû û giring biavêjin."

    Bi heman mijarî:

    ENKS: Me got PYD-YPG ne rêxistina terorê ye
    YPG hişyar kir: Tirkiyeyê nesekine em ji Reqayê vedikişin
    YPG: Amadekarîyên Tirkiyê yên ser sînorê Sûrîyê 'ragihandina şer' e
    YPG: Me biryara bersivdayîna Tirkiyeyê da
    Wezîrê Tirk: Mattis teyîd kir ku Amerîkayê ji neçarî YPG tercîh kiriye
    Etîketan:
    leşkerî, operasyon, Rojnameya Yeni Şafakê, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de