19:38 20 Îlon 2017
Zindî
    Erdhej

    Li Bodrumê bi dijwariya 4.9ê erdhej

    © AFP 2017/ Sam Yeh
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Li navçeya Bodrum a Muglayê bi dijwariya 4.9ê erdhej pêk hat. Erdhej li bajarê Îzmîrê jî hat hîskirin.

    Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêvebira Rewşa Lezgîn a Afetê (AFAD) îro seet li dora 10.42an li taxa Pinarlibelena navçeya Bodrumê li gorî pîvanên Richterê bi dijwariya 4.9ê erdhej pêk hat.

    Erdhej 9 kîlometro di binê erdê de pêk hat û ji xeyrî Bodrumê hetanî bajarê Îzmîrê jî hat hîskirin. Li gorî zanyariyên berdest, di erdhejê de ti zirarê canî an jî aborî çênebûye.

    ​Enstîtuya Lêkolînên Erdhej a Resatxaneya Kandilî ya Zanîngeha Bogaziçiyê erdhej bi dijwariya 5.3 pêk hat. Şevê din seet li dora 21.25an li navçeya Bodrumê li qeraxên Tengava Gokavayê bi dijwariya 4.1ê erdhej pêk hatibû.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarê Muglayê erdhej pêk hat
    Li Rûsyayê bi dijwariya 7.8ê erdhej
    Li 2 bajarên Kurdan erdhej çêbû
    Li Derya Egeyê erdhej çêbû
    Li Deryaya Egeyê bi dijwariya 5.0 erdhej
    Etîketan:
    Enstîtuya Lêkolînên Erdhej a Resatxaneya Kandilî ya Zanîngeha Bogaziçiyê, Serokatiya Birêveberiya Rewşa Awarte û Karesatê (AFAD), Bodrum, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de