06:44 20 Mijdar 2017
Zindî
    Ayhan Bilgen

    Ayhan Bilgen piştî 7 mehan derdikeve pêşberî dadger

    © Sputnik/ Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Parlamenterê HDPê yê Qersê Ayhan Bilgen ku li Gîrtîgeha Silivrî ya Stenbolê girtiye îro piştî 7 mehan derdikeve pêşberî dadger.

    Parlamenterê HDPê yê Qersê Ayhan Bilgen di çarçoveya lêpirsîna Lijneya Revebiriya Navendî ya HDPê ku di Cotmeha 2014an de ji bo Kobanî bang kiribû de hatibû girtin. Bilgen îro derdikeve pêşberî dadger.

    Bilgen di 29ê Rêbendanê de li Balafirxaneya Esenboga ya Enqereyê hatibû binçavkirin, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarî ew biribûn Amedê û piştî îfadeyê Dadgeha Cezaya Sulhê bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Lê li ser îtîraza Serdozgeriya Komarî ya Amedê Bilgen di 31ê Rêbendanê de dîsa hatibû girtin.

    Parlamenterê HDPê Bilgen ji 7 mehan zêdetir çêbû ku li Gîrtîgeha Silivrî ya Stenbolê girtiye. Ji bo Bilgen ji 11 salan hetanî 25.5 sal cezayê hepse tê xwestin.

    Bi heman mijarî:

    Ayhan Bilgen: DAIŞ çawa kampanyaya ‘NAyê' birêve dibe?
    Ji bo Ayhan Bilgen heta 25 salan sizaya girtîgehê tê xwestin
    Nehiştin Quran biçe ji Ayhan Bilgen re
    Parlamenterê HDPê Ayhan Bilgen hat girtin
    Ayhan Bilgen hat desteserkirin
    Etîketan:
    Parlamenterê HDPê, Ayhan Bilgen, Amed, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de